Gallery

Bulent Orakoglu: Serokê Hizbûllahê Velîoglu ne hatîye kuştin

Nûçexane – Kevnemidurê Daîreya Giştî yê Îstixbarata Emnîyeta Tirkiyê Bulent Orakoglu, di îfadeya xwe ya ku di doza ergenekonê de li dadgehê da îdia kir ku, Serokê Hizbûllahê Huseyîn Velîoglu di operasyona sala 2000’î ku li Stenbolê pêk hatibû de nehatîye kuştîn û derbarê avabûn tevgerên rêxistinên PKK, Dev-Sol  Hizbûllahê de agahîyên balkêş parve kirin.

‘Li şûna Velîoglu kesekî din hat kuştin’

Li gor îfadeya Orakoglu, di operasyona sala 2000’î ya bi ser mala Serokê Hizbûllahê Huseyîn Velîoglu de hate girtin de, li şûna Velîoglu kesekî din e yê ku hatîye kuştin û destnîşan dike ku ji ber rûyê wî parçe bûbû nehat fêmkirin bê kesê hatîye kuştin çi kes e û herdu kesên li tenîşta wî jî tu derbeke guleyan ji vê operosyonê ne dîtine.

‘PKK, Dev-Sol û Hizbûllah girêdayî heman tevgerê ne’

Orakoglu her wiha balê dikişîne ser rêxistinên PKK û Dev-Sol’ê û dibêje ku ew bixwe jî jê hay bûye bê PKK û Dev-Sol ji hêla kîjan derdoran ve têne birêvebirin û avabûna rêxistina Hizbûllahê jî girêdayî wê navenda avakar dinirxîne. Li gor îfadeya orakoglu, ev rêxistin ji hêla ergenekonê ve hatine damezirandin û kar û barên wan yên kujerîyê jî li gor îstixbaratê bi rêya Îranê tê kirin. Jêder: Medya Tirkî

Advertisements