Gallery

“Em dixwazin bi beşdariya hemû saziyên Kurdan eniyekê ava bikin”

Nûçexane – Serokê Enistîtuya Çandî û Huneriya Ehmedê Xanî li Urmiye, Vecdî Hatemî di hevpeyvîna ku rûdawê pê re kiriye de, bal kişand ser hemû aliyên kar û têkoşîna vê saziya wek tekane NGOya bajarê Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê ye û li ser jiyana siyasî, aborî, civakî û çandî ya Kurdên vê devera girîng a Kurdistanê agahî dan.

“Em tekane saziya sivîl a Kurd in li Urmiyê”

Rûdaw: Ligel ku 10 sal in hatiye avakirin, lê gellek kes Enstîtuya Çandî û Huneriya Endîşeya Ehmedê Xanî li Urmiyê baş nas nakin.

Vecdî Hatemî: Wekî saziyek sivîl û çandî, di piratîkê de Enstîtuya Xanî li Urmiyê û gellek bajarên Kurdan wek Mehabad, Sine, Kirmaşan pirr bi nav û deng e, mixabin bi sedema nebûna çapemeniyê xebatên me li derveyî Kurdistanê nayên berçav. Em tekane saziya sivîl a Kurd in li Urmiyê.

Armancên sereke yên Enistîtuya Ehmedê Xanî çi ne?

Vecdî Hatemî: Karê Enistîtuya Ehmedê Xanî li Urmiyê xebata çandî, hunerî û lêkolînên civakî û siyasî di civaka kurdî de ye.

Hûn bêhtir giringiyê didin kîjan çalakiyan?

Vecdî Hatemî: Em girîngîyê didin xebatên kultûrî. Hunera me xemilandin û pêşdebirina çand û kultûra kurdî ye.

Di warê aborî de hûn çawa xwe rêve dibin?

Vecdî Hatemî: Di warê aborî de tenê endamên enistîtuyê beşdar in û heya niha ji bo birêveberiya xwe me ti alîkarî ji saziyên hikûmetî û sivîl wernegirtîye û wernagirin jî. Em di warê aborî de serbixwe ne.

Berê saziya we wek navend dixebitî, niha bûye enistîtû. Sedem çi bûn?

Vecdî Hatemî: Mirov dikare bêje navend ligel gelê xwe kar dike û enistîtu bi rewşenbîrên civaka xwe re dixebite, her du nav jî ji me re bi rastî bikar tên.

Hûn serokê enistîtuyê ne, gelo hilbijartina rêveberiyê dikin bo enistîtuyê? Çiqas şax û endamên rêveberiya we û endamên giştî hene?

Vecdî Hatemî: Em li gorî pêrew û programa xwe ku saziyek îdarî ye, nikarin gellek dest li şêweya rêveberiyê bi awayekî fermî bidin, lê awayek rêveberiya me ya navxweyî ya “Central democratic” heye. Endamên Enistîtuya Ehmedê Xanî li gor xebatên wê kêm û zêde dibin. Di enistîtuyê de ti kes bi pere kar nake û bi giştî bi hesta kurdperweriya xwe xebatê dikin.

Peywendiya we ligel saziyên sivîl ên din li Rojhilatê Kurdistanê çawa ne?

Vecdî Hatemî: Peywendiyên me ligel bajarên din ên Kurdan û saziyên wir ên çandî hene, em beşdarî bernameyên wan dibin û ew jî tevlî bernameyên me dibin, alîkariyên me bi hev re hene.

Çima tenê ev saziya çandî û hunerî li Urmiyê heye?

Vecdî Hatemî: Mixabin xebata çandî di welatên desthilatxwaz de gelekî dijwar e û karekî giran e.

Rêjeya beşdariya hevwelatiyan di kar û projeyên we de çawa ne?

Vecdî Hatemî: Heya niha gellek baş bûye û gelê me pirr berfireh beşdar dibe.

We sala borî hemû saziyên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê civandin. Armanca we ji wan civînan çi bû?

Vecdî Hatemî: Me xwastiye çeper an eniyek ji hemû saziyên Nurdan çê bikin; ew karek dijwar û girîng e û bi derbasbûna demê wê çareser bibe û tenê bi xebata me nabe û divê şert û mercên wê jî pêk bên.

Kovara Xanî û kovarên din niha belav dibin?

Vecdî Hatemî: Na. Vê demê çi kovarên me belav nabin, lê berê kovara Çand, kovara taybet a jinan bi navê Xatûn û kovarek qaşoyan bi navê Xanîtimes û kovarek bi navê Endîşeya Mîrgever jî belav dibû.

Niha kovara Çand bi kurmancî weşanê dike?

Vecdî Hatemî: Mixabin ew jî hat qedexekirin û derfeta vê çendê nema bibe kovarek bo hemû parêzgehê.

Xebatên we di warê fêrkirina zimanê kurdî de çawa dimeşin? Hûn bi azadî kursên ziman rêve dibin?

Vecdî Hatemî: Belê, polên fêrkirina zimanê kurdî hene û gelê me jî beşdar dibe. Zimanê kurdî nasnameya me ye û naveroka bingehîn a xebata me ye.

“Hesta neteweyî di nav Kurdên Urmiyê de xurtitir dibe”

Rewşa çandî û rewşenbîriya Kurdan li Urmiyê çawa ye?

Vecdî Hatemî: Rewşa kultûrî mirov nikare bêje baş an xirab e, lê dikarim bêjim hesta netewî berçav e. Xwendewarî di nav Kurdên Urmiye de gellek bûye û niha belgeyên girîng ên zanistî digirin û asta rewşenbîriyê ber bi başî diçe, lê mixabin hêj bandora ne xwendewariyê li ser civakê wek kêmasî dibînim.

“Li Urmiyê û herêmên deredora wê ji sedî 50ê daniştvanan Kurd dijîn”

Urmiye bajarek pirrnetewî ye. Rewşa Kurdên Urmiyê çawa ye? Çiqas Kurd li Urmiyê hene?

Vecdî Hatemî: Du grûbên netewî li Urmiyê hene, Kurd û Azerî. Azerî di nav desthilatê de ne û Kurd derveyî desthilatê.  Azerî wê hêzê ji bo berjewendiya xwe ya netewî û aboriya xwe bikar tînin, lê Kurd ti derfet û desthilatek nînin û divê bi xwe pirsgirêkên xwe yên aborî, siyasî û civakî çareser bikin û ser pîyê xwe rawestin. Di warê siyasî de mirov dikare bêje Kurd di kolanek bingirtî a siyasî de mane. Li Urmiyê û herêmên deredora wê ji sedî 50ê daniştvanan Kurd dijîn.

Mêjdem wek radyo û televizyona yek seetî ya kurdî li Urmiyê kar dike. Niha rewşa radyo û televizyona kurdî ya Urmiyê çawa ye?

Vecdî Hatemî: Min di televizyona Urmiyê de heya niha tu karek nekiriye, ew seet bername jî bala kesê nakişîne û xwedî kêmasî ye.

Di dewrana Xatemî de saziya we bêhtir çalak bû, demekê ne wisa bû, lê niha 2 sal e dubare aktîf bûye.

Vecdî Hatemî: Xebata me di dema serokkomariya Xatemî de gellek berfireh bû. Hindî zeman derbas dibe, em jî di karê xwe de pisportir dibin û xebatek zêdetir dikin.

“Li Urmiyê Azerî di nav desthilatê de ne û Kurd li derve hiştine”

Kurdên Urmiyê vê carê bêhtir beşdarî hilbijartinan bûn. Sedem çi bû? Gelo mafê Kurdên Urmiyê li Meclîsa Îranê tenê nûnerek e?

Vecdî Hatemî: Cara borî Kurdan ti nûner neşandin meclisê, loma vê care bi hêzek mezin xwastin li nûnerên xwe binêrin. Beşdariya vê gerê reaksiyona cara din bû.  Kurd gellek beşdar bûn û ew rikeberiyek navçeyî bû ne ya giştî. Lê bi rastî nizanim bêjim ku li Urmiyê Kurdan mafê nûnerek meclîsê hene yan çend.

Ger ev rewşa niha berdewam be, hûn çi encaman bo civaka Kurd pêşbînî dikin?

Vecdî Hatemî: Pirsgirêka Kurd dozek etnîkî ye û heya ew mesele çareser nebe rewş wê wiha be û pisporên Kurd eger wiha li rêveberiyê bêpar bin, wê paşeroje reaksiyonan nîşan bidin.

Dema erdhej li Wanê çêbû we gellek alîkarî kom kir û we alîkarî gihandin xelkê Wanê. Vê yekê gel kêfxweş kir. Hûn girîngiya wan karan çawa dibînin?

Vecdî Hatemî: Ew yek dibe sedema yekîtiya netewî ya Kurdan li derveyî sînoran.

Vecdî Hatemî kî ye?

Vecdî Hatemî: Di sala 1960î li gundê Lorine li devera Mirgever a Urmiyê hatiye dinê. Di 1986ê de Zanîngeha Kirmaşanê qedandiye û endazyar e. Di navbera salên 1981 -1982yê de ku zanîngeh li Îranê hatin daxistin, li Tehranê di televiyonê de kar kiriye. Çend salan di kovara kurdî ya Sirwe de kar kiriye ku piştî zêdeyî 20 salan sala borî weşana wê hat sekinandin. Karê endazyariyê dike û çend sal in Serokatiya Enistîtuya Çandî û Huneriya Ehmedê Xanî ye li Urmiyê. Xwendekarê doktoraya zanistên navnetewî li zanîngehê ye. Rûdaw

Advertisements