Gallery

Ji Leyla Zana re dîsa rêya girtîgehê vekirin

Nûçexane – 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di doza Parlementera Amedê Leyla Zana ya ku ji aliyê 9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hate xerakirin de, careke din darizandin pêk anî û 10 sal cezayê girtîgehê li Zana birî.

Zana ji ber 9 axaftinên di navbera salên 2007-2008’an de kirin bi îdîayên “Ligel endamê rêxistinê nîn e li ser navê rêxistinê sûc kir” û “Propagandeya rêxistinê kir” 10 sal ceza hate dayîn. ANF Kurdî

Advertisements