Gallery

Serokwezîr Barzanî: Gelê Kurdistanê Siyaseta Bi Minet Qebûl Nake

Nûçexane – Li bajarê Hewlêrê civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta civîna xwe ya asayî saz kir.


Di destpêka civînê de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa siyaseta nedestûrana a serokwezîrê Iraqê û hikûmeta federal a Iraqê li hember herêma Kurdistanê kir û got: “Divê wezareta neftê a hikûmeta Îraqê û hikûmeta federal a Îraqê li ser esasê destûr û hevbeşbûna gelê Kurdistanê di saman û dahatên Îraqê de li herêma Kurdistanê binêre, ne ku vegere ser ajotina siyaseta rijêma diktatoriya Sedam Hisên ku, ji sedemên nakokiyên siyasî, çembera mazot û aborî dixiste ser gelê Kurdistanê. Ew siyaset siyaseteke nedestûrî ye û dijî pirensîpên hevbeşiya niştimanî ye. Herwesa ew sisyaset dê bibe sedemê wê yekê ku hikûmeta Îraqa federal li ber dilê xelkê herêma Kurdistanê reş bibe û di berjewendiya gelê Îraq û pêşkeftinên aborî, pirosesa siyasî û çareseriya pirsgirêkên Îraqê nake.”

Barzanî di berdewamê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê jî, siyaseta bi minet qebûl nake, lê me divê li ser esasê hevbeşiyê û şeraketê teamil digel gelê Kurdistanê bê kirin ku ev yek di destûra Iraqê de hatiye.

Serokwezîr Barzanî her wiha da zanîn, ‘Nabe para gelê Kurdistanê bi minet ji gelê Kurdistanê re bê dayîn ku, rejima jinavçûyî a Iraqê ew siyaset li dijî gelê Kurdisytanê û gelê Iraqê bikardianî. Ew mentiq û siyaset û teamila li hember gelê Kurd dihat kirin dema wê nemaye.’

Wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser berhemên neftê û gazê û siyaseta hikûmeta Îraqê a di warê neftê de li hember herêma Kurdistanê kir. Piştî guhdarîkirina rapora wezîrê samanên xwezayî, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got: “Rojane 600-700 hezar bermîlên neftê li her du rafîneriyên Bêcî û Dore tên rafînekirin û benzîn, nefta sipî, gazoil û nefta reş û berhemên din jê tên berhemanîn. Li gor rêjeya ji %17 ji beşê herêma Kurdistanê, divê ji wê neftê 140 hezar bermîlên nefta xav û berhemên neftê yên piştî rafênekirinê, weke beşê herêma Kurdistanê ji wan 700 hezar bermîlên ji her du rafîneriyan tên, bo me binêrin. Lê, mixabin, ew beşa herêma Kurdistanê tu carî bi timanî negihiştiye herêma Kurdistanê.

– Ew mazota hikûmeta federal a Îraqê di destpêka îsal de bo herêma Kurdistanê hinartiye, bi tu awayê têra îhtiyacatên hevwelatiyan, fabrîke û wêstegehên karebê nekiriye û nake, hikûmeta herêma Kurdistanê bi îmaknên rafîneriyên navxweyî û anîna mazotê ji derveyî welatî bo herêma Kurdistanê îhtiyacatên navxweyî pir kirine. Lê, mixabin, hikûmeta federal a Îraqê gelek xebitî ku komara Îranê razî bike rê nede herêma Kurdistanê mazotê ji derve di ser Îranê re bo herêma Kurdistanê bîne.

– Biryara hikûmeta Îraqa federal bo ragirtina hatina wê mazota kêm ku, nuha bo herêma Kurdistanê dinêre, di 21ê vê mehê de, herwesa ragirtina karkirin bi wê biryarê bo meheke din bi awayekî demkî, em dibêjin; birîna mazotê ji herêma Kurdistanê karekî neqanûnî û ne niştimanî ye, ragirtina karkirin bi wê birayarê bo dema mehekê bi awayekî demkî, wek çakî û minet qebûl nakîn, çûnkî li gor destûrê ew mafê meye û em hevwelatiyên derece du nînin.
– Daxwazê ji hemû berprisên kurd li wezareta neftê a hikûmeta federal a Îraqê dikim ku, bi erkê xwe rabin û zixtê li hikûmeta federal bikin da ku wezîfeya xwe li hember xelkê herêma Kurdistanê eda bike.

Di beşek din a axavtina xwe de serokwezîrê Kurdistanê behsa serdana xwe ya bo Tirkiyeyê kir û got:
– Di serdana me a vê dawiyê bo komara Tirkiyeyê de, siyaseteke gelek dostane lin hember jiyana rojaneya xelikê Kurdistanê ji aliyê berprisên tirkî ve dihat dîtin. Ev jî asuyekî firehtir bi peywendiyên her du aliyan û berfirehtirbûna berjewendiyên navbera her du gelên cîran ji bona jiyaneke pêşkeftî û pêşerojeke baştir dabîn dike.

Civata wezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna xwe ya duhî de behsa serdana şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê abi seroaktiya Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmetê bo devera Şingalê ku hijmareke wezîraqn pê re bû kir. Ji encamên serdana şandeya hikûmeta Kurdistanê bo devera Şingalê biryar hate dan ku, rêyeke nû di navbera Duhok-Şingalê de bê çêkirin daku, ew dever bi awayekî baştir û aramtir bi herêma Kurdistanê ve bê girêdan. Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî budceyeke taybet ji bo devera Şingalê berdest kiriye û gelek pirojeyên xizmetgozarî li wê deverê tên çêkirin.

Li dor sîstema karê wezaretan, serokwezîrê Kurdistanê got:
– Sîstema karê wezaretan xirape û rotîneke gelek heye ku, divê bê çareser kirin. Divê wezaretên hikûmetê weke tîm kar bikin û di cîbicîkirina pirojeyên hevbeş de hevahengî di navbera wezaretan de hebe. Divê berukrasi nemîne û ew qanûnê kêmasî tê de heye bên serast kirin. Herwesa hemû wezaret qanûn û bernameyê karê xwe di berçavan re derbas bikin û ya pêwîst be serast bikin yan biguherin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku her heftiyê wezîrên hikûmeta serdana wîlayetan bikin daku ji nêzîk ve kêmûkasî mû pêdawîstiyên hevwelatiyan bizanin û çareser bikin.

Di dawiya civînê de bernameyê wezareta kar û karûbarên civakî ji bo çaksaziyê, meaşê çavdêriya xêzanî, kêmderamt û xwedîpêdawîstiyên taybet hat pesind kirin.

Di vî warî de serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, divê pîvan ji bo pêdana meşaê çavdêriya malbatan hebin û bi cudahî meaş bo xelkê mihtac û misteheq bê dayîn. Jêder: KRG

Advertisements