Gallery

Talabanî Hefteya Pêş Me Vedigere Kurdistanê

Nûçexane – Derbarê daxuyaniyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di rojnameya Hawlatî de behsa nameya Serok Talebanî yê destjikarvekêşana xwe radestî Serokê Herêma Kurdistanê kiriye, berdevkê poîltboruya YNK`ê Azad Cundiyanî bi daxuyaniyekê ew yek pişt rast kir.

Berdevkê polîtboruya YNK`ê got: “Qeyrana Êraqê li çend hefteyên borî, gihîşte qonaxeke aloz û nakokiyên di navbera aliyên siyasî gihîşte rewşeke bi tirs, her weha her du serok (Talebanî û Barzanî) li peywendî û danûstandinên berdewam de bûn .”

Cundiyanî got: “Ew nameya destjikarvekêşana Mam Celal ji posta Serokkomariya Êraqê nîşana wê yekê ye ku, çi pirs ji berjewendiyên Gelê Kurd bilindtir nînin û ew berjewendiyane jî di berjewendiya Êraqeke demokratik û federal de ye.”

Berdevkê polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Azad Cundiyanî ev jî aşkira kir ku Serok Talebanî hefteya bê vedigere Kurdistanê. Pukmedia

Advertisements