Gallery

Umer Osêyê piştevanê rejima Esed li parlemena Sûrî bi kurdî axivî

Nûçexane – Ji bo yekemîn car di dîroka Sûriyê de îro parlamenterekî di Parlamenta Sûriyê de bi kurdî axivî.

Parlamenterê sûrî yê kurd Umer Osê di yekemîn rûniştina Parlamenta Sûriyê de bi kurdî got “roj baş”.

Di destûra Sûriyê de behsa gelê kurd û zimanê kurdî nayê kirin. Ta niha hemû çalakiyên bi zimanê kurdî qedexe ne.

Umer Osê (1958) yek ji Kurdên naskirî yên xwedî girêdanên bi rêjîma Sûriyê re ye. Ew bi eslê xwe ji bajarê Dirbêsiyê ye, lê ev bêtirî sî sal in ku ew li Şamê dijî.

Osê bi salan kadirek PKKê bû dema serokê PKKê Ebdela Ocalan li Sûriyê bû. Birayê wî yê biçûk Welat Osê  di nav rêzên PKKê de şehîd ketiye, xuşkeke wî ta berî demeke kurt gerîlayeke PKKê bû, berî ku ew ji ber rewşa xwe ya tenduristî berê xwe bide Ewropayê.

Di hilbijartinên dawî yên Parlamenta Sûriyê de Umer Osê di lîsteya rêjîma ya li Şamê de bi ser ket û bû endamê parlamentê.

Osê hefteya buhurî di hevpeyvînekê ligel Rûdawê de behsa helwesta rêjîma Sûriyê û ya opozîsyonê beramber gelê kurd li Sûriyê kiribû. Rûdaw

Advertisements