Gallery

Kofî Annan Diçe Sûrî

Nûçexane – Li gor nûçeyek ya Aljazeera.Net, şandiyê Netewên Yekbûyî yê Komkara Erebî Kofî Anan ji bo nirxandina planaaştiyê  ya ji bo ragirtina rijandin xwînê dê di demek nêz de serdana Sûriye bike.

Çend diplomatkaran li Netewên Yekbûyî ragihandin ku tê texmîn kirin ku, di roja 27 Gulan ya sala 2012 de Kofî Anan serdana Sûriye bike û daxwaza cî bi cî kirin plana 6 xalî (Vekêşana çekên giran ji bajaran, belavkirina hêzên navdewletî ji bo çavdêriyê, destpêkirina diyalogê di navbera hikûmet û opoziyonê û veguhastina deshelatê bi awayekî siyasî) bike.

Piştre Netewên Yekbûyî û Kofî Anan dê 2 raporatn derbarê rewşa Sûriye arasteya Civata Asayîşa Navdewletî bikin û rewşa Sûriye dê gengeşekirin.

Heman çavkaniyê tekez kiriye ku, gotûbêj li ser zêdekirina çandina çavdêran bo Sûriye tên kirin. Kurdî: Xendan.org

Advertisements