Gallery

Li gor NY li Sûrîyê rejim jî opozîsyon jî mafan binpê dike

Nûçexane – Paneleke NY (Neteweyên Yekbûyî) dibêje herdu alî, hikûmeta Sûrîyê û serhildayên çekdar binpêkirinên mafên mirovan yên ciddî ji Adara vê salê de pêk anîne, wekî tundûtûjî berdewm dike tevî agirbestê.

Di raporekê de roja Pêncşemê, Desteya Serbixwe ya Lêpirsînê ser Sûrîyê got, artêş û hêzên ewlekarîyê berpirsên piranîyan van binpêkirinan bûn, lê grûpê herwiha got, hêzên opozisyonê jî hinekî ji vî gunehî hildigirin.

Panel ji alîyê Civata Mafên Mirovan ya NY sala borî hate damezrandin jibo lêkolînkirina rewşa ewlekarîyê piştî ku hikûmeta Sûrîyê dest bi tepeserkirina rikberîyê kir.

Rapor herwiha dibêje piranîya binpêkirinên mafên mirovan yên hikûmetê pêk hatin li dema operasyonên lêgerîna li kesên ji artêşê vegeqitîyane yan ewên tê bawer kirin piştgirîya grûbên çekdar yên dijî hikûmetê dikin.

Desteya NY dibêje hikûmeta Sûrîyê hêza kujer li dijî xwenîşanderan bikar anîye, bi taybet li bajarên Hums, Heleb, Hema û Şama paytext. Deste her wisa dibêje hêzên dijî hikûmetê yên çekdar leşker û hêzên ewlekarîyê kuştine û herwiha piştgirîyên hikûmetên yên berguman. VOA Kurdî

Advertisements