Gallery

SHKê bi daxûyanîyekê bersiva Malîkî da

Nûçexane – Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê bi daxûyanîyeke kitekitî bersiva gotin û hewldanên Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî da û ligel çavkanî belgeyan rûyê din ê Malîkî ji raya giştî re ragihand.

Bersiva SHKê ya di vê derbarê de ku wê berdewama wê jî hebe wiha ye:

Ji bo raya giştiya Kurdistan û Iraqê…

Birêz Nûrî Malikî Serokê Encumena Wezîrên Iraqa Federal li destpêka hevdîtina xwe ya li gel kanala NRT (roja 13/05/2012) dibêje:(… Ne ji bo wan, çi li Kurdistan û Basra, yan li Kerbela û her cîheke dinê li Iraqê zêdeçûnek li ser dewlet û destûr û berjewendiya gel ve dikin…), Em jî berî her tiştî li heman mijarê dest pêbikîn ku pabendnebûne bi destûr, li bawernebûna cenabê Malîkî bi destûr ve destpêdikîn û em bawerin bawernekirina bi destûr û yasa û peymanan ji aliyê rêzdar ve sedema dirustbûna qeyrana îro ya siyasiya li Iraqê daye.

Bawernebûna bi destûr:

Nûrî Malîkî li xala yekema bernameya Hikûmetê xwe de ku li roja 12/12/2010 li rûniştina ragihandina pêkanîna Hikûmetê da xwendiye, dibêje: (Parastina destûra Iraq û pabendbûna bi hemû wan xalane ku me pesend kirine… Bi duvdaçûna karê wan lîjneyan li gor destûrê hatine pêkanîn û bi taybetî maddeya (140)… Pêwîste aliyê siyasiyan û endamên Encumena Wezîran bi destûr û bernameya Hikûmetê ve pabend bibin, ji ber ku destûr û bernameya wê bingehên hevbeşin ji bo hemû hêz û aliyê beşdarvanên pêvajoya siyasî).

Lê belê Serok Wezîr neku her pabendnebûye bi destûr, belku daxuyanî û helwestên cenabê wî wan rastiyan pîşan didin ku her li bingehê da bawerî bi destûrê nebûye, heman demî de îddî’aya ewe jî dike qaşo wî bawerî pê heye lê xelkekî din bawerî pê tûne!!, belgeya me jî ji bo vê rastiyê axaftina wî bi xwe ye:

Malikî li hevdîtina xwe ya li 13/05/2012 li gel kanala NRT dibêje: (… Ev madde (Wate Maddeya 140) yan ewe ku nivîsandiye kesekî nezan bûye, yan bi enqest wê maddeyê daniye ku tu sûdekî wê ji bo çareserkirinê tûne…).

Li meha Tebaxa 2011, Malikî li beramber kongreya (Xwedî şiyan û destebijêrên rewşenbîr) da got:(… Dema me destûrê nivîsî me wê yekê li nav destûrê da cîhgir kir ku me bi xwe dixwes, lê belê cara dawî bo me derket ku me luxim li nav destûrê da daniye neku maf, her ew luxmên ku roj bi roj diteqin…) Jêder: http://www.youtube.com/watch?v=iLWrn4v7wso

Li 29/10/2011 Malîkî li bersîvdana daxwaza Encumena Parêzgeha Selaheddînê da dibêje: (Hikûmet li gel Federalîzmê daye, lê belê, karekî bi vî awayî perçebûnekî nedestûriyane lê dikevê, ji bo wê yekê mafê me heye rûbirûya wî rawestîn, ji ber ku ev hemû destpêkin ji bo cûdabûnê…).

Pabendnebûna bi destûr:

1- Rawestana dijî bi nasnameya Dewleta Iraq:

Birêz Malikî heta niha çendîn car dijî bi wê nasnameyê rawestaye ku li maddeya yekema destûra bingehîna Iraqê da hatiye: (Komara Iraqê dewletekî federalî yekgirtî serbixwe û xwedî serweriyek tevahiye…), Her wiha li birgeya (Duyem)a maddeya (117) da hatiye: (Ev destûr maf dide wan herêmên nû ku li gor ehkamên xwe têne damezrandin). Ewê li vê demê de jî bi eşkereyî rû da ewe bu ku Malikî hemû daxwazên destûriyên parêzgehên Basra û Enbar û Selaheddîn û Diyala retkir ku dixwestin Herêma Federalî damezrînin, nizanîn Malikî li ser çi bingehek maf dide xwe û wan daxwazan ret bike û daxuyaniyên cûda cûda bide û bibêje niha dema Herêmên nû nîne li Iraqê de pêkbên? Li dema nivîsîna pêvajoya desturê de Malikî li hemûyan surtir bu ji bo federalî lê belê niha dijî wê ye ji ber ku wiha bawere ew niha hakimê hemû Iraqe û federalî li desthilata wî kêm dike.

2- Pirsa Pêşmerge (Pasevanê Herêm):

a – Xerciyên (Mûçe – Pir çek kirin – Pêdivî), wate nifqat (Elrewatib – Eltesliye – Eltechîz):

Li sala 2007 ve birêz Nûrî Malikî li civîna Encumena Wezîran da îmza li ser yasaya budçe dike û li Encumena Nûneran jî pesend dike, taze bi taze Malikî tê û dibêje danîna wê birgeyê li nav yasaya budçeya ne destûriye!!, Eger ne desturiye, şaşiyeke wiha zeqî ne destûrî çawa eve şeş sale li ser Encumena Nûneran da derbas dibe?!.

Li birgeya pêncema asaya muwazeneya giştiya Iraqa federalî sala 2007 da hatiye:”Rêkkeftin li navbera Serok Wezîr û Serokê Herêmê têkirin sebaret bi nefeqat û çekdarkirin û techîzkirina pasevanê Herêm wekî beşek li menzuma bergiriya Iraqî”.

Li birgeya nehema asaya muwazeneya giştiya Iraqa federalî sala 2009 û li birgeya pêncema asaya muwazeneya giştiya Iraqa federalî her du sala 2011 û 2012 da hatiye (Li ser Serokê Encumena Wezîrên federal pêwîste rêkeftin li gel Serokê Herêma Kurdistanê de bike sebaret bi nefeqata (muçe û çekdar kirin û techîz kirin)a hêzên pasevanê Herêm (Pêşmerge) lê belê dîsa tiştek nekir.

Her sebaret bi budçeya Pêşmergeyên Kurdistanê, Malikî soz bi birêz Serok Komarê Iraqa Federal dabû budçeya (70000) heftih hezar ji bo Pêşmerge dabîn bike, ku naveroka wê sozê bi birêz Serokê Herêmê û Cîgirê Serokê Emerîka Joe Biden jî hatibû ragihandin, kanî soza wî?!.

Destpêka van hemû rastiyan ku dibînîn Serok Wezîr dibêje pêwîste nefeqata Pêşmerge li ser % 17 Herêm bê!!, ji bilî wê jî Serok Wezîr li 16/04/2010 û li bersîva birêz General Barbero Fermandeyê Hêzên Emerîka li Iraq nivîsiye: (… Spasiya we dikîn ku we beşdarî li meşqpêkirin û dabînkirina pêdiviyên ji bo lîwayên pasevanê Herêma Kurdistanê de kiriye bo ku bikarin li birî Hikûmeta federal emn û asayîşa Herêmê biparêzin… Ez palpiştî li wê karê we dikim ku meşq bi wan hêzan bêkirin û pêdaviyên serbazî Emerîkiyan bikevê dest…), eve eger dûfaqî û izdîwaciyet nebê, dikarîn çi navekî lê bikîn?!!!.

Her ji bo zanîn, li sala 2007 ve heta sala 2012, Wezareta Bergiriya Iraqa Federal meblexa (549,066,36) sîh û şeş tirîlyon û şêst û şeş milyar û pêncsed û çil û neh milyon dînar li nefeqata siyadî xerc kiriye ku beşa Wezareta Pêşmerge li wê meblexê dike (314,131,6) şeş tirîlyon û sed û sî û yek milyar û sê sed û çardeh milyon dînar, lê belê tiştek ji wê beşa xwe nehatiye dayîn!.

Ji bilî wê jî, eve demeke rê nadin ew kereste û pêdiviyê serbaziyên Emerîka bigihe Herêma Kurdistanê ku li serbazgeha (Tacî) ji bo Hêzên Pêşmerge hatiye terxan kirin.

b – Pêkanîna dû firqeyên serbaziyê Herêm:

Li maddeya (9)a destûra Iraqê da hatiye ku “Hêzê çekdarên Iraqê û dezgehên emniyan ji pêkhateyên gelê Iraqê têne pêkanîn bi awayekî ku hevsengî û hevtayî li berçav bê girtin bi bêyî cûdakarî û îhmalkirinê…”.

Lê belê li gor wan amar û datayên ji aliyê lîjneya hevsengiya Wezareta Bergiriya Iraqê ve li sala 2007 hatibû kirin, rêjeya Kurd % 7 bu (Ew rêje niha kêmtir bûye û % 4 nizim bûye), ku pêwîste li navbera % 17 heta % 20 bê. Her ji bo zanînê li gor amarên niha hejmar û rêjeya bûna Kurd li pêgehên Wezareta Bergirî û Navxo û emniya nîştîmanî û dezgehên emniyên Iraqa Federal li navbera % 6 bo % 7 daye. Hejmara efserên birêvebiriya Wezareta Bergiriya Iraqê (407) çar sed û heft efserin, tenê (2) dû efserê Kurd li nav wan dane, kanî ew hevsengiya ku destûr behs dike?!. Ji bo yekê li sala 2008 lîjneyek li navbera aliyê pêwendîdarên Iraq û Herêmê hate pêkanîn û civînên wê lîjneyê de encamên baş jê derket, lê belê piştî wê bi bêyî tu sedemek civîn hatin ragirtin!!!. Pêkanîna du firqeyên serbazî jî her ji bo vegerandina hevsengiya rêjeya Kurd bû ku Malikî jî li ser razî bû.

Ji bo wê yekê birêz Malikî li 22/09/2007 emrê dîwanê hejmar (86) derxistiye sebaret bi pêkanîna du firqeyên piyade ji bo Herêma Kurdistanê (ku heta niha cîh bi cîh nekiriye!!), li birgeya (2) ya fermanê da hatiye: (Sebaret bi diyarkirina cihên baregeh û nîştecîhbûn û meşqpêkirin û dabînkirina çek û pêdivî û aliyet ji bo wan du firqeyan, li gor planekî hemahengî divê li navbera Serokayetiya Herêm û Wezareta Bergirî û Fermandeyiya Veguhestina Emniya Hêza Firehregezan).

Wekî ku me balkişand li ser ku li sala 2007 ve Herêma Kurdistanê bi berdewamî daxwaza pêkanîna wan du firqeyên serbazî dike, lê belê heta niha nehatiye pêkanîn û hêceta Malikî jî ji bo vê paşxistinê eweye qaşo birêz Serokê Herêm pêkanîna wan du firqeyê serbazî redkiriye!!!, Eger axaftina Malikî rast bê, ji bo çi divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nivîsa hejmara (2693) li 27/10/2011 daxwazê Malikî bike ku pêwîste wê fermana xwe cîh bi cîh bike. Her wiha bi nivîsa hejmar (262) ya îsal li roja 30/01/2012 carekî din me daxwaz li Malikî hatiye kirin ku wê fermana wî Wezareta Bergiriya Iraqê cîh bi cîh bike li gor wê fermana ku (Fermana Dîwanî) ye?!!.

c– Bikaranîna artêş li karubarê siyasî û gengeşeya navxweyî:

Li birgeya (a) ya maddeya (9) a destûr da hatiye ku “… nabê hêzê çekdarên Iraqê û dezgehên emnî ji bo dijî gelê Iraqê bêne bikaranîn û tevlî karubarê siyasî bibin….).

Malikî jî li hevdîtina xwe de dibêje:(Hêvîya min ji aqilmendên Kurdistanê û navîn û başûr ewe dixwazim rewşê berev asta hilgirsandina şer nebin, lê belê gelek mixabin ez guh li dengên şer dibin ji Kurdistan…). Her wiha dibêje: (… Rê nadim yek gulle li Kurdistanê bête teqîn, bo ku carekî din Kurdistan nekeve nava şer û kêşeyan. Divê kar ji bo ewe bikîn carekî din rojgara sîtemkariyê li ser gelê Kurd da neyê û dîktatoriyet û kuştin û çermeserî li ser da dûbare nebê…) û xwe bi dilsoztir û peroştir ji serkirdayetiya siyasiya Kurd ji bo gelê Kurdistanê pîşan da!!.

Lê belê her Malîkî bû ku li roja 08/05/2012 hate Kerkûk û firqeyên 5 li Diyale û 4 li Tikrît û 12 li Kerkûk û 3 li sînorê Hewlêr û 2 li Mûsilê xiste înzarê, du ketîbeya topxane û firqeya 17 li başûrê Kerkûk cîh gîr kir. Eger mebest li vê reftarê hilgîrsandina agirê şer nebê, Malikî çawa wan hêzan li ser du hêlan da dabeş dike û heman demî de biryara şandina çek û teqemeniyê ji bo hêla duyema wan hêzan dide, ji ber ku li gor binema û prensîpên serbazî tenê ji bo haletên şer û rûbirûbûnê teqemenî ji bo hêla duyem tê dabîn kirin, ku çi ew çek û teqemenî ji bo her du hêla desteber kiribû!!!.

Li kombûna lîjneya bilinda karê hevbeş (SWG) di navbera Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û Wezareta Bergiriya Iraq û Emerîkiyan ku li roja 19/05/2012 li Bexda jî hate sazkirin, aliyên Emerîkî ew axaftinên Nûnerên Wezareta Pêşmerge dûpat kirin û gotin: Raste me bi heyva destkir (Qemer Sina’î) çavdêriya wan navçeyan dikir ku hêzên artêşa Iraqê li wê rojê da tevdigeriyan û wê yekê me dît ku lûleya topan berê xwe dabûn Kurdistanê û zexîre jî li tek topan hatibûn danan. Paşê aliyê Iraqê jî nekarîn înkar bikin. Ji bo wê yekê wan rastiyan pejirandin û gotin: (Ferman dane me ku em wî karî bikîn!).

Ew reftar û niyaza Nûrî Malikî tiştekî ne balkêşe û ne nû ye, ji ber ku li sala 2008 dema giriftekî biçûk li Xaneqîn rû da, wê demê jî Malikî bi vî awayî tevgeriya û ferman da ketîbeyekî tank ji bo Xaneqînê bête şandin ku şerê Pêşmerge bike!. Başe kesek Serok Wezîr bê û ji ber giriftekî biçûk amade bê tank û zirêpoş bişîne, eger giriftên mezintir rûbide û firokeyên (F16) ê li ber destên wî da bê çi ji wî tê çaverêkirin!.

d – Reftara ne yasayiyane û pêkanîna hêz li derveyê yasa:

Birêz Malikî xwe wekî take bergirîkarê destûr û yasayê pîşan dide!, Lê belê serkirdayetiya giştiya hêzên çekdaran ku ew bi xwe fermandeya wê ye, heta niha yasa tûne û bi bêyî hebûna tu yasayek ewê ku ew bi xwe bixwazê dike û tevahiya desthilatan li destê xwe de komkiriye. Wezareta Bergiriya Iraqê jî bi heman awayî heta niha bê yasaye û bi yasaya kevina rejîma Seddam birêve diçê!!!.

Dezgeha qelaçokirina teror, ji bilî wê yekê wekî damezrawe nav li tu pêkhat û heykeliyetekî serbazî û emnî da tûne, heta niha bi bêyî hebûna tu yasayek destbikare û Serok Wezîr her rojê bi dezgeh û damezraweyek ve dibestê!!!.

e – Qaşo Serok Wezîr mafê wî tûne polîsekî tevbigerîne!.

Cenabê Serok Wezîr li hevdîtina xwe de dibêje: (Pêwîste li Kurdistanê hêzekî federalî hebê ji bo parastina sînûran eger serweriya Iraqê rûbirûyê metirsî bû, eve jî rola Hikûmeta federale pê helbestê, lê belê gelo me mafê tevgerandina polîs heye li nav axa Herêmê ?).

Berdewama wê heye..

Advertisements