Gallery

Îrlenda Bakur û Kurdistan nêzîkî hev dibin

Nûçexane – Îrlendî dibêjin wekheviya dîrokê û hêviyên wan yên siberojê ligel Kurdistanê wisa kiriye ku hejmareke zêde ya şîrketên hilberînê yên îrlendî bên Herêma Kurdistanê. Li gor gotina serokê şandeke bazirganî ya îrlendî, di hundirê 4 salên borî de 40 şîrketên îrlendî hatine Herêma Kurdistanê.

Roja 13ê vê mehê, şandeke bazirganî ya Îrlenda Bakur bi nûnertiya 18 şîrketên taybetmend di warê çandinî, turîzm, xwendina bilind, enerjî û avakirinê de serdana Herêma Kurdistanê kirin. Şanda îrlendî ragihand, ji bo xurtkirina pêwendiyên bazirganî û aborî yên di navbera herdu aliyan de hatine.

Serokê şandê û berpirsê Rojhilata Navîn li ajansa hilberînê ya Îrlenda Bakur, Neol Johnston, ji Rûdawê re daxuyand: “Armanca vê serdanê pêşxistina têkiliyên aborî ye, ev şanda bazirganî ya çaran ya Îrlenda Bakur e ku tê Kurdistanê û nûnerên şîrketan dixwazin şirîkekî kurd bibînin ji bo li Kurdistanê dest bi kar bikin.”

Îrlenda Bakur yek ji wan dewletan e ku Qeraltiya Hevgirtî, ku wek Brîtaniya jî tê naskirin, pêk tînin; lê parlemento û aboriyeke wê ya serbixwe heye û di warên xwendina bilind, çandinî û avakirinê de bihêz e û aboriya Îrlenda Bakur bêtir pişta xwe bi warê çandiniyê girê dide.

Di hundirê çar salên borî de nêzîka 40 şîrketên Îrlenda Bakur hatine Kurdistanê û par jî şandeke bazirganî ya Herêma Kurdistanê serdana Îrlenda Bakur kir. Johnston got: “Em û Herêma Kurdistanê li hev diçin, di aliyê erdnîgarî de em welatekî biçûk in û welatekî mezintir me birêve dibe. Me jî wekî we şer û nakokî dîtin û dora 30 salan dibe şer û şîdet li Îrlenda Bakur hebû. Lê niha em di qonaxa aştî û aramiyê de ne û vê aştiyê jî derfetek daye me ku sektoreke me ya turîzmê ya zindî hebe.”

Ji bo xurtkirina pêwendiyên herdu aliyan, hikûmeta Îrlenda Bakur biryar da nûnerekî xwe yê taybet li Kurdistanê deyne û ev nûner jî kesekî Kurd e ku 10 sal in li Brîtaniyayê dijî û navê wî Nazim Mistefa ye. Nazim Mistefa ku derçûyê beşê endaziyarî ye, ji Rûdawê re got: “Em bi niyet in serdana wezaretan bikin, bi mebesta zanîna dema derketina tenderan, daku em jî şîrketên Îrlenda Bakur agahdar bikin ku ew jî tevlî proseya tenderan bibin.” Herwiha daxuyand ku di bernameya wan de heye ku her sal du caran şandên bazirganî yên Îrlenda Bakur bînin Herêma Kurdistanê.

Derheqê wê yekê de, ka heya çiqasî pirsa kurd û Kurdistanê di nav civaka îrlendî de tên naskirin, Johnston got: “Kurd li Îrlenda Bakur tên naskirin, ji ber ku wezîrên Herêma Kurdistanê serdana Îrlendayê kirine û li wir bi kanal û rojnameyan re peyvîne, herwiha şîrketên îrlendî jî yên ku serdana Herêma Kurdistanê kirine, behsa vê herêmê kirine.” Rûdaw – Hawar Ebdilrezaq / Hewlêr

Advertisements