Gallery

Rêxistinên Sivîl yên Kurdên Sûrî li Hewlêrê civîyan

Nûçexane – Li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, kongireyeke taybet bo geşepêdana kar û xebatên rêxistinên sivîl û mafperweriyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çû.

Di kongireya ku pêr (24-05-2012) hat lidarxistin de, her yek ji nûrên rêxistinên sivîl wek rêkxistina Kenedî-Kurdî ya mafên Mirovan, Rêkxistina Maf, Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, rêkxistina Komeleya Civakî yê Kurdên Sûrî û rêkxistina Harîkar, rêxistina Çiyayê Kesk a Kurdistanê, bi serpareştiya Rêkxistina Geşekirina Sivîlî (CDO) û Koma Londinê ya Yasayê dest bi karên xwe kir.

Di destpêka kongireyê de, her yek li berpirsê CDO`ê Ata Mihemed û berpisa Koma Londinê ya Yasavanan Catriona Vine ve goterên derbarê lidarxistina wê kongireyê hate pêşkêşkirin û piştre jî dest bi kar bû.

Di karên sereta yê bernameya kongireyê de, panêlek ji aliyê Hozan Efrînî û Dilşa Yusif û Dr. Cewîdan ve bi rê ve çû, di wê penêlê de, rewşa civaka sivîl li Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û rola rêkxistinên wê yên sivîl di guhertin û pêşxistina ciakê de, her weha bandora xirap yê rêjîma Be`esê li ser kar û xebata rêxistinên sivîl hatibû pêşkêş kirin.

Derbarê wê mijarê de, nûnera rêkxistina Komeleya Kenedî-Kurdî ya Mafên Mirovan li Hewlêrê Perwîn Mihemed ji PUKmedia`yê re ragihand ku di roja 24-5-2012`an li bajarê Hewlêrê di hola hotêla Çarçirayê de, kongireya rêkxistinên sivîl derbarê rewşa kar û xebatên rêxistinên sivîl li Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî ji aliyê rêxistina CDO`ê û Koma Londinê ya Yasyvanan ve bi rê ve çû.

Her weha Perwîn da zanîn ku di wê kongireyê de, gelek mijarên derbarê pêşxistina kar û barên rêxistinên sivîl hatiye gotûbêjkirin taku çareserkirina astengî û neliheviyên ku li pêşiya pêşketin û guhertinan dibin kelem û piştîwaniya hemû rêkxistin û karên wan yên derbarê bi sivîlkirina civaka Sûrî û ya Kurdî de.

Li gorî Perwîn Mihemed ku di dawiya kongireyê de, biryar hate girtin ku komîteyek ji bo amadekirina kongireyeke berfereh ji bo rêkxistinên sivîl yên Sûrî û Kurdî bête destnîşankirin digel komîteyeke ji rêxistinên sivîl yên Herêma Kurdistanê bo piştîwaniya lidarxistina kongireyê.

Hêjayî gotinê ye ku ev  yekemîn care ku li Herêma Kurdistanê kongireya taybet ji bo kar û xebatên rêxistinên civaka sivîl li Sûriye mû Rojavayê Kurdistanê bête lidarxistin. Pukmedia

Advertisements