Gallery

Serok Barzanî ji bo bîranîna Şoreşa Gulanê peyamek ragihand

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi minasebeta destpêkirina Şoreşa Gulanê peyamek pêşkêşî raya giştî kir.

Bi navê xwedê mezin û dilovan;

Bi minasebeta 36mîn salvegera destpê kirina Şoreşa pêşkeftinxwaz ya Gulana pîroz silav û rêzeke bêdawî tevahiya wan pêşmergeyên can li dest û cesûr û çavnetirs dikim ku, rola wan di nava vê Şoreşa tê jî ji berhem ya Gelê me de hebûye, ev Şoreşa han weke berdewamiya Şoreşa Eylûla mezin e ku, di bin siya Şîretên Barzaniyê Nemir ve hatibû destpêkirin.

Her tim zindî be ev bîranîna pîroz û pirşiku, silav û rêz jî ji bo canê yekem Şehîdê Şoreşa Gulanê Seyêd Ebdulah û tevahiya Şehîdên vê Şoreşê û Şehîdên Kurd û Kurdistanê, malbatên serbilind yên wan û tevahiya Gelê Kurdistanê ku, hertim piştevanê Şoreşê bû.

Mesûd Barzanî

25ê Gulana 2012

Advertisements