Gallery

Talabanî ji Malîkî xwest arîşeyan bi dîyalogê çareser bikin

Nûçexane – Serokomarê Iraqê, Celal Talebanî, digel serokwezîrê wî welatî li bara aloziya siyasî ya welêt hevdîtin pêk anî.

Serokatiya komara Iraqê, di daxuyaniyekê de, ragihand ku doh serokomar Talebanî û serokwezîr Nûrî Malikî, li bara arîşe û aloziyên vê dawiyê yên Iraqê û çawaniya çareseriya wan civiyane.

Li gorî daxuyaniyê, Talebanî di civînê de cext li ser diyalogê bo çareseriya arîşeyan kiriye û daxaza pêkhatina zemînek baş bo diyaloga navbera aliyên siyasî kiriye.

Talebanî, her wiha bang li aliyên siyasî kiriye ku bi zimanekî tund li hember hev daxuyanî nedin û hewl bo pêşxistina xalên hevbeş bê dayîn.

Serokwezîr Nûrî Malikî jî, piştevaniya xwe bo hewl û helwestên serokomar Talebanî bo çareseriya aloziya siyasî ya Iraqê nîşan daye û cext li ser sazkirina diyalogê û çareseriya arîşeyan li ser bingeha destûrê kiriye.  AKnews

Advertisements