Gallery

Clînton Komkujîya Gundê Hule Şermezar Kir

Nûçexane – Wezîra Derve ya Welatên Yekbûyî Amerîka (DYA) Hillary Clinton, li ser komkujîya gundê Hule ku ji alîyê rejima bees ve pêk hat peyameke şermezarîyê ragihand.

Peyama Wezîra Derve Hillary Clinton derbarê komkujiya Hûle:

“Amerîka bi tundî komkujiya li gundê Hûle yê Sûrîyê şermezar dike.  Neteweyên Yekbûyî piştrast dike ku bi dehan mêr, jin û zarok hatine kuştin û bi sedan kesên din birîndar bûn li êrîşa hovane ya topxane û tankên rejîmê li dijî xelkê sivîl.

Divê kesên ku berpirs in beramberî vê tawanê, bihêne eşkerekirin û cezakirin.  Hikûmeta Amerîkî bi civaka navneteweyî re kar dike jibo tundkirina fişar û giraniyan li dijî Esed û darûdestên wî, ku desthilata wan ya kuştinê divê bi dawî bê.

Em piştgîriya gelê Sûrî û wan kesan dikin ku bi aştiyane li bajarên seranserê Sûrîyê xwepêşandanan dikin jibo şermezarkirina komkujiya Hûle.” VOA Kurdî

Advertisements