Gallery

Xristiyan li hember Bexdayê piştgiriya helwesta kurdan dikin

Nûçexane – 2 kesatiyên siyasî yên xrisiyanên Herêma Kurdistanê ragihandin ku hemû pêkhateyên Iraqê di nav de jî xrsitiyan, bûne qurbaniyê aloziya niha ya Iraqê.

Sekreterê Giştî yê “Partiya Bêt Nehrên” Romyo Hekarî ji AKnewsê re daxuyand, “Neteweya kild û aşûrî û siryanî beşekî bingihîn e ji pêkhateya Kurdistanê, lewra her aloziyek navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê çê bibe, dê para me jî tê de hebe.”

Hekarî got, “Em digel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê hewl didin daku di zûtirîn dem de pirsgirêkên li Iraqê bêne çareserkirin, bi baweriya me ew pirsgirêk dê bi rêya ji hev têgehitşinê re çareser bibin.”

Hekarî axaftina xwe wiha domand, “Em piştgiriya çareseriyên ku serikdatiya siyasî ya Kurdistanê pêşkêş kirine dikin, ji ber heman tirsa kurdan ji vegeriyana dektatoriyetê bo Iraqê li ba me jî heye.”

Kesatiya siyasî ya xristiyanî Corc Mensûr ji AKnewsê re daxuyand, “Rewşa niha ya Iraqê xirab e, em wek neteweyek li Iraqê me pêşbînî nedikir piştî nemana rejîma Baas a hilweşiyayî, rewş ber bi takrewyê ve biçe, lewra em wek rewşeke neçaverêkirî dizanin.”

Mensûr got, “Bi baweriya me divê welat li ser bingeha welatîbûnê bê birêvebirin, ne li ser bingeha tayifî, pêdiviye hikûmeta Iraqê gavên ber bi îstîqrara ewlekarî, siyasî û aborî bavêje ku heta niha ev alî hatine piştguhxistin.”

Mensûr wiha pê de çû, “Xristiyanên Iraqê bûne qurbaniyê aloziya siyasî ya niha ya Iraqê û hertim metirsî li ser wan hebû û welatiyên me hatine terorkirin an jî hatine Herêma Kurdistanê yan koçkirine derve.” (AKnews)

Advertisements