Gallery

Barzanî: Divê zihniyeta birêvebirina Iraqê bê guhertin

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew li zihniyeta birêvebirina Iraqê ya niha ditirsin û divê ew zihniyet (Eqliyet) bê guhertin, her wiha Barzanî ragihand ku divê parlemana Kurdistanê li hemberî vê qeyrana niha bi rola xwe rabe û destkeftan biparêze.

Doh danê paş nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê li gel serokên fraksyonên parlemana Kurdistanê civiya.

Di civînê de Barzanî got: “Aloziya siyasî ya Êraqê qeyraneke kûre, ne ya niha belku vedigere pêş çend salan. Em xwediyê desturin û pêwîste hemû aliyek pabend be bi desturê û nepabendbûna hinek alî bi desturê ev tengejeye dirust kiriye.”

Serokê Herêmê berdewam kir û got: “Em ji zihniyeta birêvebirina Êraqê ya niha ditirsin, divê ev zihniyet bê guhertin.” Barzanî ev jî aşkira kir ku hevpeymaniya Kurd jî li gel birayên Şî`e bi kesekî bi tenê ve ne girêdayiye, ji ber ku ew ji wê mezintirin, her weha dema em temaşeyî pêkhateyên din dikin ewên ku baweriya wan bi mafê gelê Kurdistanê hene.

Barzanî got: “Em di hevrikiyên tayîfegeriyê de nabin alî, lê belê eger ev yek bo pirseke siyasî wê demê emê bibin alî û divê em hemû bijardeyekê bixin pêş xwe.”

Di dawiya civînê de serokên fraksyonên parlemana Kurdistanê tekez li wê yekê kirin ku hêza wan di yekhelwestiyê de ye û çi hêzek nikare di pirsa netewî û niştimanî tevlihevî yan bandoriyê li ser yek gotina wan bike. Jêder: Xendan.org

Advertisements