Gallery

Fîlmê Derhênerê Kurd ‘Bêdeng’ li Cannes’ê deng veda

Nûçexane – Fîlma Rêzan Yeşîlbaş “Bê Deng”, di festîvala Cannesê a fîlman de xelata “kurtefîlma herî baş” stand.

Derhênerê Kurd Rêzan Yeşîlbaş, 65.Festîvala Cannesê a Fîlman de bi fîlma xwe a bi navê “Bê Deng”, ku ev navê fîlmê yê orjînale, xelata “Kûrtefîlma herî baş” girt.

Rêzan Yeşîlbaş, dema ji bo xelatê bigre derket ser dikê, fîlma xwe diyarîya jinan kir û wiha got, “ez vê xelata xwe diyarîya hêmû jinên bêdeng û yên tenê hatine hîştin yên welatê xwe dikim.”
Rêzan Yeşîlbaş, di sala 1977 an de hatiye dinyayê û Zanîngeha Marmarayê, beşa Sînema-Televizyonê qedand.
Rêzan, di fîlma xwe a “bêdeng” de çîroka Zeynepê a ku zilamê wê di girtîgeha Amedê de ye û gorî mercên girtîgehê qedexeye ku cotek pêlav karibû bigîhînê. Zeynep têdikoşe ku pêlavan bigihîne zilamê xwe yê girtî. Jêder: Avestakurd

Advertisements