Gallery

Li Amed û Riha’yê bi tevahî 35 kes hatin binçavkirin

Nûçexane – Serê sibê li Riha û Amedê li dijî reveberên BDP’ê û siyasetmedarên kurd operasyon hate lidarxistin. Di operasyona li Rihayê de rêveberên BDP’ê endamên meclisên şaredariyan jî di nav de 29 kes, li Amedê jî 6 kes hatin binçavkirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Rihayê serê sibê saet di 05,00’an de li navenda Riha û navçeyên Serêkaniyê, Pirsûs û Wêranşarê yên Rihayê bi ser gelek malan de girtin.

Polîsan di serdegirtina malan de hemû odeyên malan li nava hev xist û lêgerînek pir berfireh pêk anîn. Gelek pirtûk, kovar û hardîstên bîlgisayaran desteser kirin. Di lêgerîna malan a li Serêkaniyê de Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Abdurrahim Demir, Endamê Meclîsa Şaredariyê Hasan Karaoglan, Abdulhalim Dayan, Cîgirê Şaredar ê berê Ahmet Dagtekin, Rêveberê BDP’ê Halil Şahin, Cemil Tuncer, personelê şaredariyê Suphî Zengin, Yavuz Îleri, endamên MEYADER’ê Îbrahim Avci û Ecevit Yavuz hatin binçavkirin. 10 kesên ku hate fotin bi fermandariya 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Serêkaniyê.

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de dîsa hemû alav û amûrên malan tev li hev kirin. Di serdegirtina malan de Hevseroka BDP’e ya Wêranşarê Bîrgul Ozkara, Wekilên Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturken û Naîf Aslan, rêveberên BDP’e Bubo Azlal, Emine Aydogan, Ahmet Îlbaş, Mustafa Kurt, Eyo Kudîn hatin binçavkirin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî polîsan li taxa Sarayalti û leşkeran jî li gundê Uçpinarê bi ser gelek malan de girt. Polîs û leşkeran endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Mustafa Yuksel, endamê KCD’ê Mehmet Ozberk û rêveberê BDP’ê Ahmet Yenilmez hatin binçavkirin.

Li navenda Rihayê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes hatin binçakirin. Li Riha, Wêranşar, Pirsûs û Serêkaniyê bi tevahî 29 kes hatin binçavkirin.

LI AMEDÊ 6 BINÇAVÎ

Li navçeya Bîsmîla Amedê û Amedê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Şîrîn Dînar, Vedat Baran, Aydin Onen Endama Meclisa Jinê ya Navenda Giştî ya BDP’ê Rukiye Mercan jî di nav de 6 kes binçavkirin û birin Midûreyat Polîsan a Amedê. ANF Kurdî

Advertisements