Gallery

Nêçîrvan Barzanî: Ya ku li Sadiye, Celewla û Kerkûkê diqewime siyaseta erebkirinê ye

Nûçexane – Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma 730 enfalkirîyên devera çemçemalê de gotarek pêşkeş kir. Barzanî, destnîşan kir ku naxwazin madeya 140 bicih were û got, ‘Ya ku îro li Sadiye, Celewla û Kerkûkê diqewime, her heman siyaseta berê ya erebkirinê ye’.

Li Silêmaniyê, bi amadebûna Kosret Resûl cîgirê serokê herêma Kurdistanê, Erselan Bayîz serokê parlamentoya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Aram Ehmed wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan, waliyê Silêmaniyê, malbatên şehîd û enfalkiriya, hijmareke berprisên Kurdistanê û Îraqê, parlemanterên kurdistanê û Îraqê, nûnerên welatên biyanî û hijmareke berprisên hizbî û hikûmî îro merasimeke taybet ji bo pêşwazîkirina termên 730 enfalkiriyan li Çemçemalê pêk hat.

Di merasima pêşwazîkirin û biaxsipardina termên 730 enfakiriyan de, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyveke pêşkeş kir û di peyva xwe de hişiyarî de ku hêşta eqiliyeta bierebkirin û enfalkirinê li Îraqê heye.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya peyva xwe de got:

– Yên ku naxwazin madeya 140ê cîbicî bibe, ew dixwazin şûnewarên erebkirina kurdan binavneşin .

– Yaku îro li Sadiye, Celewla û Kerkûkê diqewime, her heman siyaseta berê a erebkirinê ye.

Nêçîrvan Barzanî behsa siyaste hikûmetên Îraqê kir û got ku, hikûmetên Îraqê, bi taybetî rijêma Basê, enfalkirina kurdan ji gelê kurd re bi karekî adil zaniye. Lê kurd û hemû gelên azadîxwaz îspat kirin ku, rijêmêm diktator ji nav diçin û îradeya azadîxwazan serdikeve:

– Îro rewşeke minasib ji bo gelê me heye û şertên serkeftima ne yekrêzîya aliyên siyasiyên Kurdistanê û gelê kurd e.

Barzanî di peyva xwe de got ku, ew gorên bi kom yên dihêne dîtin, belge û şahidên eqiliyeta tawankarî û şovînî derheq bi nejada kurd in:

– Lê dersên wan tawanan ji me re dibêje ku nabe tenazulê ji tu mafên miletê xwe bikin û digel hemû aliyan ji bona ku wan tawanan bi cîhanê bidin nasandin bixebitîn.

– Em îsrarê li ser wê yekê dikin ku divê hikûmeta Îraqê wezîfeya xwe bi cî bike û biryarên dadgeha bala a tawanan a Îraqê û parlamentoya Îraqê cîbicî bike û tezmînatan ji malbatên qurbaniyên enfal, jênosîda û kîmiyabaranê li herêma Kurdistanê bide.

Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de behsa wê yekê jî kir ku, heta niha hindek tawanbaran hatine îdam kirin, lê tawanbarê esasî hêşta me ye, ew jî eqliyeta faşîstî û komkujiyê ye. Eqliyeta dijmnkarya gelê Kurdistanê û mafên adil yên gelê kurd e. Eqliyeta parastina mîrasê siyaseta erebkirin û qirkirina nejadî ye:

– Ew eqliyet ji bo ser nuha û pêşeroja Îraqê xeter e. Heta ku hindek kes hebin ku mafê gelê kurd înkar bikin û şûnewarên rijêma jinavçûyî biparêzin, dûr nebînin ku siyaseta komkujiyê û enfalan dubare bibe.

– Hindek aliyên siyasiyên îraqî, îro, bi hemû îmkanên xwe ji bo şûnewarên erebkiirn, enfal û komkujiyê biparêzin, dixebitin û dixwazin weke xwe bimînin. Ev jî bi wê yekê diyar dibe ku nahêlin madeya 140ê bê cîbicîkirin. Herêma Kurdistanê dixebite ku sînorekî destûrî û yasayîyî bihêz ji bo siyastê deyne daku, diktatorî, hukimê yekesî û eqliyeta faşîstê careke din venegere Îraqê.

Ji bilî gotara wezîrê karûberên şehîd û enfalkiriyan di merasim apêşwazkirin û biaxsipardina 730 termên enfalkiyan de çend peyv û gotarên din hatin pêşkeş kirin.

Li gor belgeyên hatine dîtin, piraniya wan 730 qurbaniyan xelkê Çemçemal, Qadirkerem û devera germiyan in. Jêder: KRG

 NÛÇE 
KRG.org 16:32:58 28 May. 2012
Merasima pêşwazîkirina 730 termên enfalkiriyan

 

 » Merasima pêşwazîkirina termên enfalkiriyan

Îro (28.05.2012)

Advertisements