Gallery

Şîna Bêdawî: hestîyên 730 enfalîyên Kurd tên binaxkirin

Nûçexane – Ji bo merasîma veşartina termên Enfalkiriyên gora bi kom a Meharî, mezin û biçûkên Germiyan di nava taziyê de ne. Di merasîma pêwazîkirina enfalîyên ji gora komî hatine derxistin de, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serokparlemen Erselan Bayîz, nûnerê Serokatîya Herêmê Xosret Resûl û gelek serkirdeyên Kurdistanê amade ne.

Li gor nûçeya rûdawê wê piştî heftî yan jî du heftiyên din girî û şînek germtir li ser gorên enfalîyan dest pê bike. Ji ber dema testa DNA ji Bexdayê tê, çîroka Enfalê wê ligel 730 xêzanan bigihe xala dawiyê. Wê nav û navnîşana qurbaniyan li ser kêlên wan bê nivîsandin.

Berî çend mehan gundiyekî ereb ê parêzgeha Dîwaniye, nûçeya gorekî bi kom ji rayedarên hikûmetê re ragihand. Tîmên taybet ên kolandina gorên bi kom ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihiştin wê derê.

Serpereştyara kolandina gorên bi kom ên Meharî Perî Nûrî dibêje: “Bi hevkariya wezareta mafê mirov û tendirûstiya Bexdayê û wezareta Hikûmeta Herêma Kurdistanê 730 term ji wê gora bi kom hatin derxistin.”

Perî Nûrî eşkere kir ku belge ligel termê hemûyan hene, ji ber ku pêwîste li gor belgeyan li dadgeha tawanan gilî bikin. Hê xizmên wan terman nehatine agehdarkirin, piştî merasîma veşartînê û vegera testa DNA, wê xizmên wan derbarê wan belge û tiştên di nava wê gorê de bên agehdarkirin.

Hemû termên di gora bi kom a Meharî de ji Qadir Kerem û Qerehencîr in. Qeymiqamê Çemçemal Tariq Reşîd got: “Wê li Çemçemal bên veşartin, ji ber xizmên wan li nêzî Çemçemalê dirûnin.

Cara yekemîne Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi despêkeke hîn zêdetir tejî zanyarî gorekî bi kom têne Herêma Kurdistanê. Rêveberê karûbarên şehîd û enfalkiryan ê Silêmaniyê Behaedîn Mihemed dibêje: “Me vê carê biryar girt ku berî term bên anîn, testa DNA bikin û kod li ser her tabutekê ye. Dema merasîma veşartinê bi dawî hat, wê nimûneya xwînê ji hemû xizmên wan bê wergirtin û wê ji bo Bexdayê bên şandin. Piştre dema test vegeriya, em dikarin li ser kêlên wan nav binivîsin û ji wan re bêjin, ev sedî 100 şehîdê we ye.”

Herwiha Behaedîn Mihemed got: “21 karton nasname, gerdenî, guhar, cilûber û tişt li Bexdayê ne û di nava wê gora bi kom de bûn. Lê tişta em dilgiran kirine ew e ku memikên mijandinê yên zarokan jî di nava wê gora bi kom de hatine dîtin. Tişta em pir dilgarin jî kirine, ew e ku memikên zarokan jî di nava wê gora bi kom de hatine dîtin.”

Welatiyê ereb ê navnîşana gora bi kom eşkere kirî, yek ji mêvanên ji bo merasîmê hatî vexwendine, ji bilî sefîr, balyoz û nûnertiyan. Behaedîn Mihemed dibêje: “Piştî merasîmê wê ew welatiyê Ereb bê xelatkirin.”

“Bi çav girtî û zindî hatine binaxkirin”

Merasîma îro ya li Silêmaniyê (28.05.2012) bi amadebûna beşek ji nûnerên welatên cîhan, serokê parlamento, hikûmet û berpirsên paye bilind ên hikûmî û wezîrê mafê mirov yê Iraqê û hêjmarek xizmên Enfalkiriyan, wê nîşandana wêneyekî xemgîn di 25. salvegera tal a Germiyaniyan de rondik bên rijandin.

Wezîrê karûbarên şehîd û Enfalkiryan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Piştî ew term hatin veşartin, emê gora bi kom a li Hemrînê jî bênin. Di wê gorê de jî 158 term hene. Hêjmarek ji wan hatine gulebarankirin û hêjmarek jî zindî û bi çav girtî hatine bin ax kirin.” Jêder: Rûdaw

Advertisements