Gallery

Ahmedînejad: Gelê Îranê gelê herî baş yê dinyayê ye

Nûçexane – Serokomarê Îranê Mahmûd Ahemdînejad, di vekirina Şûraya 9’emîn ya Meclîsa Îranê de axivî û got, ‘Gelê Îranê di dîrokê de û niha jî miletê herî baş yê alemê ye’.

Li gor nûçeya Îrna’yê Serokomarê Îranê Ahmedînejad, bal kişand ser ku, Komara Îslamî ya Îranê li dinyayê tekane parêzvanê nirxên îlahî û tewhîdê ye û got, ‘Ev gel xwedîyê înqilaba Îslamî û nîzama Komara Îslamî ya Îranê ye.’ Ahmedînejad, di axaftina xwe ya şûraya 9’an de, gelê Îranê wek gelê herî baş û pêşketî yê cîhanê binav kir û îdia kir, ‘ ‘Gelê Îranê di dîrokê de û niha jî miletê herî baş yê alemê ye’. Nûçexane

 

Advertisements