Gallery

Nelson Mandela li gundê xwe vedigere

Nûçexane – Rêberê efsanewî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela vedigere gundê Qunu yê ku lê ji dayîk bûye û wê li gundê xwe bi cih bibe.

Serokdewletê Efrîkaya Başûr Jacob Zûma bi daxuyaniyekê ragihand ku wê Mandela roja sêşemê ji paytext Johannesbûrgê veqete û li gundê xwe cîwar bibe. Zûma diyar kir, wê Mandela ji îro pê ve jî jiyana xwe li gundê xwe bidomîne û got, rewşa rêberê efsanewî pir baş e.

Mandela meha borî ji ber nerehetiya di mîdeya wî de ew rakiribûn nexweşxaneyê. Mandela di 18’ê tîrmehê de dê 94 salên xwe tije bike û di van demên dawiyê de her tim dixwest bi awayeke zêdetir wext li gundê xwe derbas bike.

Piştî ku hat diyarkirin ku dê Mandela vegere Qunuyê, spekulasyonên ku dibêjin rewşa tenduristiya wî ne baş e, zêde bûn.

Mandela 27 salana di girtîgeha li Girava Robbenê de ma û piştî hilweşîna rejîma Apartheidê bû yekemîn Serokdewletê Efrîkaya Başûr û piştre jî xwe ji nava siyaseta aktîf vekişandibû. Kurdî ANF

Advertisements