Gallery

Talabanî gihîşt Silêmanîyê

Nûçexane – Li gor nûçeyeke malpera Serokayetiya Komar, duh 28/5/2012`an Serok Mam Celal ji Bexdadê gihîşte bajarê Silêmaniyê.

Tê çaverêkirin ku îro 29/5, Serokkomar dê hevdîtinan digel hejmarek serkirdeyên siyasî yê Êraqê pêk bîne, her weha dibe ku sedema vegeryana Mam Celal ji bo beşdarîkirina li bîranîna salvegera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK`ê be.

Hêjayî gotinê yê dema Serokkomar li Bexdadê bi armanca çareserkirina qeyrana ku Êraqê tê de ye, çendîn civîn digel aliyên siyasî yên cuda encam dan.  Kurdî: Xendan

Advertisements