Gallery

Bexdad kişîya Silêmanîyê, berê topê li ser Malikî ye

Nûçexane – Serokomarê Iraqê Celal Talabanî îro li Dokanê ewil pêşwazî li serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî kir, paşê jî yek bi yek bi nûnerên lîsteyên parlemena Iraqê re ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya heyî gotûbêj kir. Her wiha tê ragihandin, di hevdîtinan de hatîye xwestin ku bawerî ji hikûmeta Malîkî bê wergirtin.

Di hevdîtinê de rewşa Iraq û pêşhateyan û bi destanîna destpêşxeriyê nîştimanî bo asayîkirina pirosya siyasî li Iraqê hate guftûgukirin.

Her  weha îro serok Talebanî bi serkirdeyên şivirmend ya civîna Hewlêrê, Mistefa Yeqûbî  û nûnerê Moqteda Sedir û  serokê hevpeymaniya Êraqiyê Eyad Elawî, Osama Noceyfî û Motleg, endamên encûmena nûneran Ehmed Çelebî û Sebah Elsaidî re civiya û sebaret bi  çawahiya derçûna li qeyrana siyasî ya Êraqê de gotûbêjkirin.

Serok Talebanî di civînê de pabendiya xwe bi destûra di berjewendiyên bilind ya welat de  daxuyakirin û piştîwaniya xwe ji her rê û çareyekê ji bo vegera yekitiya nîştîmanî û pêşveçûna piroseya demokrasiyê li Êraqê de diyar kir. Pukmedia-Nûçexane

Advertisements