Gallery

Edhem Barzanî: Ji Bo Çarenivîsê Divê Hemû Gelê Kurdistanê Palpiştîya Serok Barzanî Bike

Nûçexane – Gulan Medya hevpeyvîneke têr tije bi endamê serkirdayetîya Partî Demokratî Kurdistan a Iraqê (PDK-I) re pêk anîye. Birêz Edhem Barzanî, di vê dîdarê de balê dikişîne ser ku, pêwîste gelê kurd li seranserê Kurdistan û dinyayê palpiştîya Serok Barzanî bike ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe.

Edhem Barzanî weke kesatiyekê siyasetmedar û endamê serkirdatiya PDK ê di vê hevdîtina eşkera de, serbarê awriya ji bo dîroka berxwedana gel, pir jîwarane rewşa Kurdistanê ya niha meyze dike, rûniştina hember wê ji bo diyalog û gengeşê, mirov dibe seferekê bo nava dinyayekê bê perde û rûn ku bihayê her kesê li cem wî heye û di encam de kesê ji gehandina agehiyên hêvî bexiş bê barnake, me weke govara Gulan seredana berêzî kir û hedîtinek bi cenabê wî re pêkanî, ev jî têkista wê hevdîtinê ye.

*Em bi wê pirsê destpêdikin, gelo şêx Edhem Barzanî rewşa siyasiya niha çawa vedixwêne, bi taybet ku niha komeka guhartina di rewşê de peydabuye, guhartin di hikumetê jî de destpêkiriye?
– bi navê xudê mezin û dilovan, li destpêkê sipasiya govara Gulan a ezîz dikim ji bo vê derfetê, derbarî vê pirsê, raste yekem pirse. Lê bi dehan pirsa bi xwevedigire, biya min durhêlê niha yê Kurdistanê rastiyeke, doza miletekê mezine, bi dirêjiya dîrûka nû ya cîhanê nikariye vê pirsgirêkê çareserbikin, yaku di vê parça Kurdistanê de paş serhildan û helbijartinên 1992 ê nîv serbexweyî heye, perleman û hikûmet danan, ev nêzî 20 sale em di vê nîv serbixweyê dene, lewre ez ezmona başûrê Kurdistanê wek beşek ji pirsgirêka neteweya her çiwar parçê Kurdistanê dibînim, di vê demê de hind gav hatin havêtin ku hez û xwastên gelê Kurdistanê pêşde birine, li ser astê cîhanê pêtir pirsgirêka gelê Kurd hatiye naskirin û giringî pêhatiye dan, ev jî eger ku em şanaziyê bi xwe bikin, lê ev rewşe wisa bi saneha nehatiye holê, lewre ezê li vir basê çend tiştan bikim:
– cenabê serok Mesod Barzanê di şerê Xwakurk de pêşbîniya guhartinên mezin kir, lewre şerê Xwakurk xala berevaniyê û xala selmandina mana Kurd û Kurd her dê bimînin bû, li dema germa şerê Xwakurk de, cenabê Barzanî tekez kir ku weha ji bo rijêma Beis berdewam nabe û gereke guhartin li rewşa deverê rûdin, paş nêzî salekê ji gotinên Barzanî ewbû Sedam ew şaştî kir û Kuwêt dagîrkir, ev jî bo sedema guhartina hemû tişta.
-Li bihara sala 1991 li bajarê Koyê yê xwştivî dîsan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku pêdiviye helbijartin werin kirin û gav ji bo danana dewleta sazî û yasayê bên havêtin, ku ev ezmona niha em têde ye û gavên pêtir jî tên havêtin.
Mebesta min li vir ew pêşbîniyên Barzanî li Xwakurkî û Koye kirî, ewe ku gereke em Kurdistanê bikin welatekê sazî û serweriya yasa û helbijartinan, wate gereke biryara gel ciyê biryara şoreşgêrî bigre, lê eger piris ewbe ku di mawê 20 salên burî de giriftên me çibûn? Helbet em baş dizanin çi pirsgirêk û kêbirkê di nav û derveya Kurdistanê li ser vê ezmonê hebû, ji aliyê derve çendîn pirsgirêk û pilan û hêrişên esmanî û zemînî û topan hebûn, hêzên hind hevsiyan jî carbicar sînûr derbazkirine û hêriş li jiyan û hebûna gel kiriye, serbarî wan hemû hêrişan me kariye pêşketinek baş bi dest xin, lê eger pirsbikin gelo me kariye bi temamî mifa ji vê azadiyê wergirin? Ez bi eşkera dibêjim mixabin me nekariye wek xwe mifa jê wergirin û gavên xwe bilez bikin, ku ev ezmon bibe dewletek hevçerx li rojhelata navîn.
Lewre li vir gereke em hemû dan bi wê rastiyê bidin, me hemiya di vê pirosê de hind şaşî kirine, me xwastiye ezmûna welatên rojava li Kurdistanê kupî kin û cîbicîkin, me ew pirs ji xwe nekiriye gelo em dikarin di hemû tiştan de xwe bigurin? Erê demokrasî alaveke taku em herin ji markêteka Ewropa yan Emrîka bikirin û bînin li Kurdistanê belavkin? Helbet nexêr ji berku demokrasî berhemê ezmoneka bi dehan salan e, gereke em ji wan ezmonan fêrbîn ka bi çi awayî demokratê tê avakirin, ne em kupî bikin.

*Eger em vegerin pêşbîniyên Serok Barzanî ku di salyada damezrandina yekêtiya law û xwêndekarên Kurdistanê de amaje kir (li benda pêşerojeka geş bin…) gelo cenabê te çawa vê pêşbîniyê vedixwêne?
– ev yeke ji gotinên roja 19/2/2012 yên cenabê serok Mesod Barzanî ne, ku got (baş guhbidin min li benda pêşerojeka geşbin înşaelah) wê bi xwe ev gotin kir, merema min ev (pêşeroja geş) bû ku cenabê wî amajekirî, min dixwast bigehme vê xalê û xuyakem gelo eve tenê peyva Edhem Barzaniye yan şiroveyeke, yan piropagendeke ji bo dezgehên ragehandinê? Renge hindek bi wî awayî ravekin û bêjin: belê, Edhem endamê partekê ye û dixwaze bi vî awayî piropaginda ji parta xwe re bikem ez dibêjim nexêr, ji berku niha serokê parta min serokê helbijartî yê herêma kiurdistanê ye, ji 16 saliya xwe pêşmergê vê Kurdistanê bû, herwesa ev seroke şagirdê perwerdeya destê Mistefa Barzanî ye û mirûdê şêx Ehmed Barzanî ye, riya şêx Ehmed Barzanî jî riyekî rûn û xuyaye ji her kesekê re, ji bilî (viyanê û dadvaniyê û jixwebawerbûnê û rastiyê) çi tiştên din di vê rêbazê de nayên xuyan, di vê dinyayê de hêviya herî mezina cenabê serok Barzanî ewe ku rojekê ji rojan netewê Kurd mina tevaya netewe û gelên din yên cîhanê, li ser axa Kurdistanê bi azadî bijîn û xudiyê dewlet û ala xwe bin.

*Gelo tu wek Edhem Barzanî biya te (pêşeroja geş) dûre yan nêzîk e, gelo ev pêşbîniya cenabê serok weke pêşbîniyên wî yên din zû dê were holê?

-Cenabê serok Barzanî her biryarekê bide, divê ew biryar her li wê derê bê ragehandin ku ew çiyê daxwaziya gelê Kurdistanê ye, jiber wê hindê min pir çara ev yek azirandiye, min hestkiriye ku welatiyên Kurdistanê bi tevaya netewe û ayînên xweve, hemû bi çavekê pir hêstir hêvîdikin ew roj zû bê, lewre biya min eger cenabê serokî vê biryarê bide wate li ser daxwaza milet dide, lê ya girin ewe ku eger cenabê serokî ew biryar da li ser tevaya welatî û part û aliyên Kurdistanê gereke piştevaniî û piştgêriya wê biryarê bikin, divê em bizanin ku wê bo demekê bandûrek were ser me, lê divê em xweragirin û bihêzbin ji berku ew bandûr dom nakêşe.

*Di vê rewşê de bas tê kirin ku kongira neteweyî bê girêdan, lê di holêde aliyên siyasî weke pêwîst ne nêzî hevin, gelo çi bêkirin daku yekrêzî bê holê?

-Bêguman çi pêşketin jibo çi mileta nayê holê eger navmala xwe rêknexin, eger di gotara niştîmanî de helwîstên wan yên niştîmanî hevgirtî nebin, li destpêkê ez vê pirsê ji xwe dikim, ez weke endamekê partî, weke derwêşê riya mela mistefa Barzanî, paşî pirs ji tevaya alî û partiyên siyasî yên Kurdistanê dikin û dibêjim, gelo me çi pirsgirêk heye ku me ji hev dûrdike? Çima em hemû hevkarên hev nebin? Eger cudahî rêgire ku em hevkarên hev nebin,bi eşkerayî dê bêjim di dirêjiya dîrûkê de ne tenê di rewşa biyavê siyasî de, belku di navbera ayînan jî û di navbera yek ayîn jî de di nava olan jî de cudahiya nêrîn û dîtin û şirovekirinê hebuye, mina Qurana pîroz ku bo me Musilmanan mercie, em dibînin ku çendîn ravekirinên curawcur li ser têkistên wê yên pîroz hatînekirin û cudahî di wan ravekirinan de hey, lewa ez dibêjim hebûna cudahiyan nîmeteke xudê daye mirovan, eger ev cudahî nema û min û te weke hev hizir kir eve dibe hizra kesekî nek du kesa û wê pêşdeçûna me herduyan hindî yek kesî be ne du kesan, lê eger 10 kes divê jorê de bin û her yek weke xwe hizir bike emê zanin ku 10 kesên xwedî hizrên cuda hene, helbet ji hizrên 10 tiştekê ciwan û rêkûpêk wê berhembê, lewre gereke ez ji xwe bipirsim gelo min çi pirsgirêk tevî Newşêrwan Mistefa heye? Beruvajî ne tenê min pirsgirêk tev wî tune belkê ez şanajiyê pê dibem, çunkî di dema xwe çek helgirtiye û zehmetî jibo Kurdistanê kişandiye. Tu şehîd pêşmegên aliyê cûdayên siyasî jî cudahî tune divê rêzê li hemuyan bigrin, jiberku hemuyan yek armanc hebuye ew jî xizmeta gel û axa Kurdistanê bû. Lewre gereke netenê başiyên parta xwe bibînîn çunkî başî li cem aliyên din jî heye, mixabin partên me kadirên xwe wisa perwerdekirine ku tenê başiyên wê bibîne û wê partê biparêze ev jî tiştek nebaşe û ziyanê digehîne me hemiya, gereke part ne armacbe gereke welat armanca serekî be, PDK di dema mela Mistefa Barzanî de parteka cemawerî bû û alavê rêkxistina şiyan û hêza gelê Kurdistanê bû û xizmetkiriye û bihezareha şehîd û qurbanî dane, lê divê başiyên aliyên din jî bibînim nek tenê yên PDK.

*Edhem Barzanî tu niha Endamê civata serkirdatiya PDK ê gelo ya te gotî di biyavê partîzanî de te jî vedigire?
-Ez hîvîdikem ez wesa nebim lê partîzanî welêhatiye em wisa hizir bikin, lewre dibêjim Edhemjî gelek çaran şaşbûye, lê mirov di guhartin û pêşdeçûnê de ye, ya niha ez dibêjim dibe ku sala were guhartinên baştir li cem min bên hulê, lewre gelek başe ku mirov bi şaşitiyên xwe haydarbe û daxwaza lêbûrîne bike.

*Eger her di biyavî partîzanî de pirsbikin gelo çawa li Kurdistanê em dikarin guhartina mîkanîzma partîzanî bînin holê?
-Divê li ser vê meselê li cem me cidîyetek hebe, pêdiviye em qûnaxekê derbazkin û bizanin ku beriya her partekê em Kurdistanî ne û ta niha sê parçên Kurdistanê nehatine azadkirin, eger me wisa hizir kir wê pirsgirêkên partatî jî çareserbibin, her di vê biyavê de dema em basê kongira neteweyî dikin gereke em bizanin ku ev kongire sernakeve eger dilên me pak nebin, ya ez dixwazim ewe ku tevaya gel û aliyên Kurdistanê bigehine xala xizmetkirin û pêşvebirina amrancên miletî.

*Wek tê zanîn berêz Mesod Barzanî ji bo yekrêziya mala Kurdî pir dixebite, gelo ta çi rade serok Barzanî ku serokê HK ye ji dervey PDK bizavê ji bo yekrêziya Kurdî dike?
-Xuyaye cenabê Barzanî yekrêziya Kurdî bi bandureka giring û serekî ji bo her gavekê dizane, di çendîn helkeft û gotaran de amaje bi yekrêziya Kurdî kiriye, her dîsan jibo yekrêziya Kurdî postê serokê herêmê wergirtiye mina wî bi xwe gotiye ( daku bikarim Kurdan hind nêzî hevbikim ku êdî xûna Kurd bi destê Kurd neyê rêtin) Mesod Barzanî şagirdê xwêndingeha mela Mistefa Barzaniye, mela Mistefa jî ne tenê milkê partî yan aliyekî ye belku milkê hemû Kurdistanê ye, dema em temaşey bizava rizgarî xwaza Kurdistanê dikin ji demaku Barzanî raberatî kiriye hemû nêrîn û aydolojyayên cuda hebûna xwe di wê bizavê de hebuye, ji berey Çep û Rast hemû ol û netewên cuda yên Kurdistanê ji hejar û dewlemendên Kurdistanê li jêr siya rêberiya mela Mistefa Barzanî de li hev kombûne, helbet ev taybetmendiya Barzanî jî ji baweriya rast û dadvanî û xudanasî û ture û rewiştî hatibû, serok Mesod Barzanî jî xwêndekarê wê rêbazê ye lewre bizavên wî jî her bo wan armancane.

*Dîrûk û rêbaza Barzanî wê pirsê nîşanî me dide ku taybetmendiyên mela Mistefa Barzanî vekûlîna rêbazekê bû ku berê hebû, gelo em dikarin li ser rêbaza Barzanî û terîqeya şêxên Barzan bas li wê dîrûkê bikin?
-Daku em bi temamî ji wê dîrûkê mafdarbin gereke em vegerin dîrûka şêxên Barzan, şêx Ebdurehman yekem şêxê terîqê bû li Barzan paş wî şêx Ebduselamê yekem ku birayê wî bû, paşî şêx MIhemed Barzanî bû ku dibe bavê (şêx Ebduselamî duhem û şex Ehmed û mela Mistefa)îy şêx Mihemedê sêyem şêxê terîqa Barzan bû paş wî du ji kurên wê (şêx Ebduselam û şêx Ehmed) li dûv yek bûne şêx, ev 5 şêxe dirîjîpêdana hev bûn di terîqeta Barzan de, di ser demê van şêxan de qûnax qûnax terîqet geşebuye, ji çarçûvê gund derketiye û ketiye nava eşîreta Berojî û ji nava eşîreta Berojî jî derketiye nava eşîretên din.

*Wate merema te Barzanî ne eşîretek xuyakirîne?
-Li vir dixwazim vê meselê rûnkim, ji berku pir alî hene ku şaşin dema dibêjin eşîreta Barzan, ji berku Barzan ne eşîreye, û di dîrûka eşîrên Kurdistanê de eşîretek bi navê Barzan tuneye, belku Barzanî miletekin û gundê Barzan buye navê wî miletî, em dikarin bêjin Barzan gundekê eşîra beroj e, piştî firehbûna terîqa Barzan ji bilê eşîreta Beroj eşîrên(Nizarî, Dolemerî, Gerdî, Mizûrî, Şêrwanî, Herkî, Binecî) ketine nava terîqa Barzan, û van 7 eşîra navê Barzan helbijart û ketine ji alayê Barzan ku (edalet, xudanasî, Kurdnasî, wefadarî) dirûşmê wan bû, lewre ez Barzan bi zanîngehekê dizanim ku di biyavê (Kurdayetî, xudanasî, dad û dadvaniya civakî, rewşt û pakrewiştî) karek başkiriye, terîqa Barzan bizav ji bo bi hevre jiyanê dikir lê paş şehîdkirina şêx Ebduselamê duhem ku li sala 1914 li musil ji bal Osmaniyan ve hate şehîdkirin, bîrûbawera terîqa Barzan dikeve xizmeta Kurd û Kurdatiyê de, ji berku Kurd miletekê mezlombûn, dînê Îsalmê yê pîrozjî ji me diwaze em her tim berevaniyê ji mezloman bikin, ji vir û şûnda Barzan ji bazina xudanasî û mana mirûdan di nava mizgeftan de derdikeve û dikeve bazina berevanîkirinê ji Kurdistanê, paş Ebduselamê duhem şêx Ehmet kete xebata Kurdatiyê, paş wî mela Mistefa dest bi xebata Kurdatî dike, mela Mistefa hevkariya şoreşên bakur û şoreşa şêx mehmudê hefîd li silêmaniyê kiriye, lewre ez dibêjim mixabin hinek hene ku niha temaşey Barzan bikin, Edhem Barzanî bi nûnerê Barzan bibînin, ew dadvaniya li Barzan hey bi çi awayekî niha li ser dêmê Edhem Barzanî nayêdîtin, ewa wî demî li Barzan hey bawernakem li çi derekê din mina wê hebe.

*Eger em li vir basê bandura rêbazan Barzan li ser PDK ê bikin, gelo ciyê PDK di nava rêbaza baweriya Barzan de şawan buye?
-Biyamin ew binaxê hizrî yê li ser destê Barzanî û hevalên wî pêkhatî ku mezintirîn deskeftê PDk êye her temamkerê nêrîna dadperweriya Barzan bû ji bo rêkxistina biyavê Kurdayetî û pirsgirêka neteweya Kurd, jiber hindê dibêjim Eger PDK ê nebaye baweriya Barzan nedikarî li ser astekê weha bilidê Kurdistanî bergêriyê ji mezlomîyeta netewa Kurd bike, ji berku eger PDK ê rula xwe nelistiba baweriya Barzanjî nedikarî vê yekê bike, li ser demê Barzanî partî rêkxistina gelê Kurdistanê bû û nêrîn û aliyên cuda cuda di nav de hebûn ne weke niha bû, û armanca hemûyan yek bû ku ewjî Kurdayetî û Kurdistan bû, eger em temaşey serkirdên niha yê Kurdistanê bikin, ez dibêjim ev serkirdane hemû derçuyên xwêndingeha partî û Barzanî ne, mina kak Mesor Barzanî û Berêz Mam Celal û Kak Newşêrwan û Kak kosret Resol, Hemey Hacî Mehmud û gelekên din jîm her yek bi awayekî derçûyê xwêndingeha Mistefa Barzanî ye, di çarçûvê rêkxistina wî serdemî ya partî de pêgehiştîne û hemû nêrînên wan jî li bin siya sêwana partî û mela Mistefay kombûne, li vir bi netirsî dibêjin renge niha kûnê PDK ji bo hemû nêrînan biçûk be û nikare hemuyan kombike.

*Emê werim piroseya çaksaziyê ya serok Barzanî, ku bawerî bi dadperwerî û çaksaziyê heye, hûn çawa temaûey vêpirosê dikin û dê çawa serbêxin?
-Di salyada damezrandina komara Kurdistan û salvegera damezrandina yekêtiya qûtabî û lawên Kurdistanê cenabê serokî amaje bi pieosa çaksaziyê de û got me bernameyê çaksaziyê heye û em berdewamin, renge hind kes bêjin çima ta niha pir tişt nehatine kirin? Berêzî xuyakir ku eve karekê bizehmete û demî dixwaze, min baş ji peyva wî famkir û ez dibêjim di van salên bûrî da kî ji me heye ku şaşitî nekiriye netenê partî belku aliyên din jî hemuyan şaşî kirine, dema serok dibêje eve karek bi zehmet û girane merema wî ewe ku kesên şaştî kirinî çendin hember kesên ku şaşitî nekirinî! Lewre gereke me bernameyek hebe û em hemû milê xwe bidin ber daku pêşde bibin, daku em hemû bigehin baweriyekê ku hevkariya hevbikin û şaşitiya rastkin ji bo vê yekê jî kar pêwîste.

*Merema te ji hevkarîkirinê çiye?
-Ez ê bi rûnî li ser vê xalê rawestim, eger ez basê xwe bikim eger ta niha min şaşitî kirbin gerek ji jiha û şûnda rawestim û paşî eger pêdivî lêpirsînê bû gereke bi wêrekî daxwazia lê bplînê bikim û bêjim belê min şaşitîkiriye, eger miletî ez bexşandim divê sipasiya wan bikim eger nejî divê amadebim ji bo dadgehê û bila dadgeh biryarê bide.

*Merem ji pirsa min ewe ku hevkarî bêkirin gelo bêhavkarî çaksazî serdikeve?
– Kê bernamê şaksaziyê pêşkêşdike?

*Mina wî bernameyê ku opozisyon pêşkêşkirî ku ji şeş birgan pêktê û dibêje ev bername keremkin cêbicêbikin?
– Ez navê opozisyonê nabêjim, ez rêzê li opozisyonê digirim, migirtî ew şeş birge Edhem Barzanî danene, gereke min ew kare nekirbin daku bişêm bêjim xelkê we çima kirine? Nabe ez bi xwe çigara bikêşim û ji te re bêjim mekêşe! kinga min çigare hêlan ezê ji nû ji te re bêjim cigare xirabin mekêşe, lewre dîsan dibêjim gelo ma me hemûyan ev şaşitî nekirine?

*Xuyaye Nêçîrvan Barzanî ji bo serokatiya kabîna nû ya HHK ê hatiye destnîşankirin, xelik bi hêvî li benda vê kabînê ye gelo Edhem Barzanî çawan bihîvîye?
– Dema em basê hikûmetê dikim hikûmet ji çand kesan pêk tê, Nêçîrvan Barzanî ji bal PK ê ve weke serokê vê hikûmetê hatiye namzetkirin, pirsa we ez çawa vî serokê hikûmetê dibînim? Ez dibêjim piraniya xelkê Kurdistanê baweriyek mezin bi Nêçîrvan Barzanî heye, ev ji ji ber hind egeran ji wana ( ji ber ku serbûra hikumdarî heye, her ji avedankirin û pêşxistina abûrê Kurdistanê, herweha di biyavê bihêzkirina peywendiyên herêmî û derekî de) ez şiyana hikumdariyê li dev wî dibînim ku keseke dikare biryara bide, pirbaş rastî û şaşiyan ji hev cuda dike, gelek baş dizane li ku destpêbike û li ku bi dawî bîne, lê hêjayî amajekirinê ye ku eger çi alî nebine rêgir li ber bernameya kak Nêçîrvan Barzanî dê pêşketinek baş peydabibe, ji ber ku zehmete ji aliyekê hefrikiya bala navxwe bike û ji aliyekê din avedaniyê bike.

*Dema serkirdatiya PDK basê hikûmeta nu dike dibêje wê bernamê xelkê be gelo mebesta we ji bernamê xelkê çiye?
– Gazindên xelkê ji kabînên berê hebûn ku di gotin kabînên hizbîne, ya ez têgehiştîm ji kak Nêçîrvan ewe ku dixwaze ev kabîne ya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê be, hemû alî bi hevre bikevne xizmeta genc û xelkê Kurdistanê, bê binemayên hizbî hemû alî kar jibo xelkê bikin.

*Lê vê çarê jî opozisyonê beşdarî di hikûmetê de nekir gelo şareseriya Nêçirvan Barzanî çiye, taku ev hikûmete ya hemuyan be û di xizmeta xelkê Kurdistanê de be?
-Ez dibêjim çihê daxê ye ku aliyên te baskirî ku beşdarî nekir bi nêrîna min eger wan beşdarî kiribaye bo wan qazancek baş bû, mebesta min ne qazancên madî û hizbiye, merema min nêrînên wane li ser hikûmeta herêma Kurdistanê, biya min ya wan dixwast dikarî di vê kabînê de bikin, ji ber ku kak Nêçîrvan kesekê vekiriye û tu cudahiyê di navbera kesê de nake, wezîrên YNK ê jî vê şahideyê didin, bi ya min eger opozisyon yan aliyê dervey deshelatê beşdariyê bikin wê bikarin hemû daxwaziyên xwe di vê kabînê de bidestxin.

*Di vê barê de PDK ê û YNK ê tevê aliyên din civînên pênç qolî rawestandine, gelo rêyên din ji bo peywendîkirinê tevî wan hene yan bi temamî dabirîn çêbuye?
-Bêguman ne, ji hev dabirîn tuneye, lewre piştrastim ku rêyên peywendiyê vekirîne û berdewamin.

*Merema te peywendiyên veşartîne?
-Ne, merema min ne merce hemû tişt di kenalên ragehandinê de werin belavekirin, kak Nêçîrvan Barzanê bixwe rojane bi têlefonê tevî serkirdên hemû partên Kurdistanê dipeyve, ji bilî ku seredan jî tên kirin û belavkirin, peywendî berdewam hene.

*Di bara wê sarbûna di navbera PDK û YÎK de hey, gelo niyaza we ji bo vedîtina çareseriyê tuneye, yan gavên din nahên havêtin?
-Me weke PDK ê her tim gotiye û di astê bilindê PDk ê jî de hatiye gotin, herdema ku yekgirto ji bo giftûgoyan amadebû em amadene.

*Çima YÎK ji bo gengeşê ne amadeye?
– Ez ê tiştekî bêjim îşela wisa jî nebe biya min YÎK di şirovekirina rûdanên vê dawiyê de li rojhelatê şaşfamkirinek heye, tevî rêzên min bo wan, ew ravekirina şaş jî vedigere ji bo serketina hind partên îslamî li hind welatên Erebî, YÎK hizir dike ku ew jî wê di helbijartinên dahatî de pir kursiyan bibe, biya min eve nêrînek şaşe ji berku rewşa Kurdistanê ji ya wan deran cudaye, lê yekgirû jî maf heye weku hemû aliyên din yên Kurdistanê weku ew dixwaze wisa xebata xwe bike, eger em basê wê têkdana li devera Zaxo bikin, herçawan be lijneyek jibo lêkûlîna rastîyan ji bal serokê herêmê e pêkhatiye, wê lijnê hind nêrîn dane û renge hind tişt jî mabin, lewre ez nikarim çi bêjim taku lêkûlîn temam bibin, lê dibêjim şewitandina baregehên YÎK karekê nerind û kirêt bû pêwîstbû ew kar nehatiba kirin, lê mixabin berê encamên lêkolîne derkevin wan partî tometbarkir, li destpêkê partî jî ew tometbarkirin, eve karek ne diruste, eve di berjewenda kesê de nîne, gereke em hemû biryara bi hevre jiyanê di gel hemû aliyan de bidin, helwîsta redkirina giftogoyan ne di berjewenda kesê deye, û dê yekrêziya mala Kurdî lawazket.

• em dixwazin basê facebook a te bikin, ku peyçek karaye û nêzî 14 hezar kesan ecibandiye, li vir em dibînin ku tu li cem gencan jî xweştivî, gelo tux we çawa li nava facebook ê dibînî_

– min xwast di rêya vî peyçî de deriyekê din bi cemawerî re vekim, deriyê diyalokê be tev xelkê, carnajî ez hind wêneyên serdemê xebata çekdarî û hind karên xwe yên hunerî jî belavdikim, eger hunermend qebûlkin ez xwe di du biyavan de bi hunermend dizanim, ew jî şir û taksîderm e, carna jî pirsan dikim jib o ku nêrînên xelkê bizanim, sebaret gencatiyê min gencatî derbaskiriye ez li 16 nîsana 1962 ji daykbûme, wate jiyê min wê bibe 50 sal, lê ez naxwazim bêjim pîriye.

• carekê te nivîsandibû eve set yekê şevêye û ez ta du demjimêrên din jî di xizmeta wedame, gelo ew helkeftek bû yan demê te heye ku bo bersivdana xelkê terxankey? Gelo ta çi rade ew pirsgirêkên xelik li ser payça te ji t re di bêje tu dibeye civînên serkirdatiya PDK ê?
– yek ji wan pirsên niha henê valahiya di navbera xelik û berpirsan de ye, pir cara xelik dibêje min em şanaziyê bi xebata te dikin lê ji me re bêje te niha çi heye? Gereke em bizanin xelik niha çi dixwaze? Pêwîste em heqê berpirsatiyê bidinê, herwesa cemawerî maf heye gazindan ji berpirsan bike, ji berku berpirsatî xizmetkariye.

*pirsa dawî pirsekî kesatiye çima ji Edhem Barzanî re dibêjin şîx Edhem, lê hinek her di malbata Barzan de we bi şêx nabînin?
– peyva şêx li cem me pîroze ji berku me dadperwerî xudênasî û Kurdnasî û paqijî ji şêxên Barzan diye, peyva şêx tenê jib o 5 şêxên Barzan bikarhatiye, nasnavê şêx bi nave min ve hatiye xistin lê min ne şêxim ez 1 ji sedê nagehme ast û meqamê şêxên Barzan, ez dixwazim hemû kes jî bi nave Edhem bangî min bike, bê kak jî, peyva şêx bitenê nasnave. Jêder: Gulan Medya

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî

Advertisements