Gallery

Tariq Haşimî: Yan Iraq Yan Malikî

Nûçexane – Cîgirê Serokkomarê Iraqê tekez dike ku ger rewşa Iraqê bi vî awayî berdewam bike ew berve pêşerojeke nediyar ve diçe, ji bo vê yan dibe em Iraqê hilbijêrin ya jî Malikî, her wiha teqez kir ku ew di demeke nêzîk de vedigere Iraqê.

Tariq Haşimî îro di beyannameyekê de ragihand û got: “Hêviya me bi Xwedê û piştre jî bi pênc serkirdeyên niştiman perwer heye. Em hêvîdarin ku serkirdeyên hevpeymaniya niştimanî jî dev ji dudiliyê berdin û xwe bikin yek , ji ber ku pêwîstiya welat bi vê yekê heye.”

Cîgirê Serokkomar Tariq Haşimî di dawiya beyannameya xwe de diyar dike ku ew derfeta ji Malikî re hatiye dan ji çi kesê din re nehatiye dan ji ber vê niha du rêçare li pêş me hene “Yan Malikî yan jî Êraq.” Xendan

Advertisements