Gallery

Wê Xwedîyê Wikileaks J.Assange teslîmî Swêd bikin

Nûçexane – Dadgeha bilind ya Brîtanyayê îro biryar da ku damezrênerê Wikileaks Julian Assange ji ber tewanên cinsî, li ser daxwaza dozgerek swêdî teslîmê Swêdê bike. Julian Assange ji aliyê dozgerê swêdî ve bi şika destavêtin û tecawizkirina dido jinan tê sûcdar kirin.

Dadgeh ne hemfikir bû û biryara xwe ya teslîmkirina Julian Assange ya ji bo Swêdê bi pênc dengên li gel û dido dengên li dij girt.

Assange bi xwe tevlî rûniştina dadgehê ya îro nebû lê parêzerên wî ji dadgehê daxwaz kirin ku biryara xwe di çav re derbas bike û ji bo 14 rojan dem xwest. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir.

Sedemê vê jî ew bû ku parêzerên Julian Assange îddîa dikirin li gorî peymana navdewletî ya ji bo îadekirina tewankaran tenê ”meqamên hiqûqî” dikarin daxwaza îadekirinê bikin. Bi ya parastina Assange tenê dadgehek yan jî hakimek dikare weke ”meqamek hiqûqî” were naskirin û ne dozger.

Lê Dadgeha bilind ya Brîtanî ku vê îtiraznama parastinê di çav re derbas kiriye gihaye wê baweriyê ku her weha dozgerek jî ”meqamek huqûqî” ye. Her çendî ev li Brîtanya ne wisa be û  li wir tenê dadgeh û hakim dikarin daxwaza îadekirinê bikin jî, û ”meqama hiqûqî” li Brîtanya weke dadgeh û hakim tên nasîn jî dadgehê şîrova fransizî ya ”meqama hiqûqî” esas girt û li gorî wê şîroveyê dozger jî meqamek hiqûqî ye. Li gorî sîstema hiqûqî ya Swêdê jî dozger daxwaza îadekirinê dike.

Lê weke me da zanîn Dadgeha bilind ya Brîtanî di biryara xwe de ne hemfikir bûn. Dido ji heft endamên dadgehê beyankirin ku tenê dadgehek yan jî hakimek dikare weke ”meqama hiqûqî” bê naskirin û li dijî biryarê dengê xwe bikar anîn.

Ji ber vê yekê parêzerên Julian Assange ji dadgehê xwest ku vê biryara xwe jinûve di çav re derbas bike û heta 14 rojan wext xwest. Dadgehê biryara parêzeran qebûl kir.

Julian Assange damezrênerê malpera Wikileaks ku gelek belgeyên nehênî yên dewletan û bi taybetî jî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser înternetê aşkera kiribû ji aliyê dido jinên swêdî ve bi îdîaya destavêtina cinsî û tecawizê tê sûcdar kirin. Julian Assange sala 2010 li Swêdê mêvandariya civîneke rêxistina sosyaldemokratên xiristiyan kiribû û li wir bi dido jinên Swêdî re têkilîyên cinsî danîbû. Her çendî jin dibêjin wan wan bi dilxwazî vê têkiliyê çêkiribin jî piştre têkilîya cînsî wergeriya ye ser destavêtina cînsî û tecawizê. Zayele Kurdî / Swêd

Advertisements