Gallery

Başûr û bakur…riyek ji bo yekbûnê – Mihemed Emîn Pêncwînî

Nûçexane – Buhara erebî eger em xwe jê dûr bigirin û wiha bihesibînin ku pêwendiya bahoz û guherînên buhara erebî bi me ve tune û em xwe jê dûr bigirin û wisa texmîn bikin bandorê li ser me nake, ev xwe gêjkirineke ji guherînên dîrokî ku qewimîn û hê jî diqewimin, eger bi berçavka lêkolerekî tûnisî yan misrî jî bixwînin ev jî xwe xapandin e yan dixwazin xelkê pê bixapînin, her çiqasî bi baweriya min ev Tsunami heya niha di qezenca îslama siyasî û şepêlên hişk e, nemaze Îxwan û selefî û mezhebê sunî, wek çawa şepêla hişk ya şiî tevî berxwedan û şoreşa gelên Îranê bûn, pişt re jî dest danîn ser, wisa jî li hinek welatên erebî yên sunî ji bo çend salan bi alozî û pirsgirêkan desthilatê birêve dibin vêce ji ber ku nikarin hemû pêdiviyên milet bi cih bikin wek azadî û nan û nehiştina bêkarî û gendeliyê di xalekê de diteqinin û hingî milet û ciwanên ku bi hêviya azadî û nan hatine ser cadeyan û jiyana xwe gorî kirin, li wan diqulipin û riya xwe didin guherandin.

Gelo başûr û bakur cemser in?

Em kurd li başûrê Kurdistanê herdem gilî dikin û dibêjin petrol ji bo hemû miletan bûye nîmet, lê ji bo kurdan bûye bextreşî û malwêranî, gelo ev prose her wiha didome, yan vê carê petrol dibe rizgarkerek û me rizgar dike? Tecrûbeya başûrê Kurdistanê ber bi geşbûn û pêşketinê diçe, di keftûlefta zêdebûna bingehdanîn û avakirin û dariştina netewebûn û dewletbûnê de ye, her çiqasî dewletbûn li başûrê Kurdistanê guherîneke dîrokî ye di şert û mercekî hestyar û aloz yê navçe û cîhanê de dike çêbibe, lê ev grew e, qanikirina hiş û zihniyeta xelkê bi bawerîanîna bi serxwebûnê yekemîn gav, pêwîstiya wê bi hevgirtina mala kurd û hizra kurd û amadebûn ji bo hemû egeran e, amadekariya diravî û xorakî û bergirî û bidestanîna soza hêzên mezin û xwe guncandin li gel dagirkerên Kurdistanê `dewletên herêmî`, ev in şertên bingehînî ku başûr ber bi wê yekê dibin ku bibe cemserekî girîng û karîger ji bo siberoja kurdan, belê ew hemû bûyer û guherîn û pêşketinên ku başûr di demeke kêm de ku derbarê aborî û avakirin û çand û ber bi pêşveçûna hizra neteweyî li başûr bi cî hat, ev hemû ênemserbûna vî beşê Kurdistanê ne, ku dikaribû ji wilo baştir jî bihata kirin, eger ew hemû tiştên bêwate û bê akam û malwêraniyan rû nedaba ku li di şerê xwekujiyê de heya 10-12 salan domand. Bi rastî ev xaleke nerênî û birîneke kûr e di dîroka nû ya gelê me de, jixwe eger vana rû nedabana cemserbûna başûr dirêjî nav beşên din yên Kurdistanê dibû û bihêztir û çirisandîtir dibû. Mixabin, qet nayê înkarkirin ku başûr xaleke girîng e di stratejiya Emerîka û Ewropa de, lê bi awayê ku berjewendiyên wan diparêze, tesadufeke dîrokî bû ku berjewendiyên hêzên mezin û kurdan hev girtin di hilweşandina dîktatorê Iraqê de. Vê rewşê azadî ji başûr re misoger kir, ku mixabin heya niha em nikariye wek pêwist sûd jê wergirin.

Ev nayê wateya ku şoreşa qeral Mehmûd, damezrandina yekemîn komara kurd, şoreşên Barzan, şoreşa Îlonê û heya digihe kîmyabaran, Helebçe, Enfal û koçberî bên piştguhkirin, ew berxwedan û qurbanîdana xwînrijî û berxwedana serhişk ya xelkê başûr kevirê bingehînî yê cemserbûnê ye.

Cih û pêgeheke stratejîk ya girîng ya başûrê Kurdistanê heye, li ser nexşeya Rojhilata Navîn, ku bi tema ne veguhertinan tê de bikin, başûr xaleke.

Jeopolîtîk û erdnîgarî û jeo-ekonomiya başûrê Kurdistanê xwe ferz kiriye, divê li ser vê nexşeya nû cih bigire, û bê destnîşnakirin wek Kurdistan ne ku bakurê Iraqê.

Başûrê Kurdistanê, welatekî tijî xêr û bêr e, eger bi awayekî zanistî û bi başî bê bikaranîn dikare bibe depoya xwarina deverê, bêguman ji bo aliyê turîzmê jî em dikarin bikin bûka rojhilat, êdî ji bo gerê pêdiviya me bi Libnan û hinek welatên Ewropayê jî nebe. Bêguman ev bi gotinan tenê nabe.

Her çi binerda başûr e jî bi xaz û petrolê tijî ye û ger bêjin başûr li ser goleke petrolê ye bawer bikin, dibe ku xaza wê qasî Siberia be yan hinekî jê kêmtir be, ji bilî hesinên ecêb û xerîb, wek zêr û zîv û hesin, uranium, fosfat û krîstal, ev wê xalê dirust dikin di dariştina nexşeya nû ya Kurdistanê de cihê xwe bike, bi şertekî mejiyê siyasî yê kurdî bizane çawa li gel van şert û mercên nû yên cîhan û deverê tev bigere. Ev tişt û hinekên din başûr dikin cemserekî nû.

Bakurê Kurdistanê yan Kurdistana navendî, eger xelkê başûr şanaziyê bi şoreşa Şêx Mehmûdê Nemir û mîrnişînên Baban û Soran û Behdînan bikin, mafê bakur e jî şanaziyê bi dîroka mîrnişînên Botan û Bedirxaniyan û şoreşa Şêx Seîdê Pîran û Seyd Reza û Îhsan Nûrî Paşa û Şêxê Nehrî bikin û giyanê xwe yê netewperest û welatperwer û şoreşger bi wan coş bikin. Dîroka xebata serhişk ya bakur ji bo bidestanîna mafên kurdan  vedigere nêzîka sedsalan berê, bê navber xebitîne ji bo rizgariya welat û daxwaza mafên neteweyî yên kurdan li Kurdistana navendî di vê cemserê de jî zincîreke serhildan û şoreşên li pey hev yên miletê kurd berdewam bûye, ku dora 25 raperînan rabûne heya digihe şoreşa nû û modern ya PKK, ku şoreşa PKKê bi giştî 20-25 milyon kurd ji wê gora bednav derxistin ku Mistefa Kemal piyê xwe danî ser goreke û got: “Ev gora kurdan e û êdî zindî nabin.” Belê her ev kurdê ji gorê derxistî ye ku hikûmetên li pey hev yên Tirkiyê têk birine û car caran jî derbên tûj li wan dane, ku her ev kurd in ku rojane li bajarên bakur û li Tirkiyê dehên hezaran tên ser cadeyan û bi awayekî sivîl û şaristanî daxwaza mafên xwe yên rewa dikin, di nav avahiya parlamento û li jêr banê parlamentoyê bi dilêrî û wêrekî daxwaza azadiya Kurdistanê dikin, her ew in jî ku pirs û doza kurd gihandine ser maseya Ewropa, bi riya revendên mezin ku li welatên Ewropa hene, salane çendîn festîval û meşên mezin dikin ku dehên hezarên Kurdistaniyan di wan de beşdar dibin. Li yek ji bajarên mezin yên Ewropa yan li paytexteke Ewropa hezarên kesan bi dengekî daxwaza azadiya Kurdistanê dikin. Bêguman ewropî û medya û kesên xwedî wîjdan hisabê wan hezarên kesan dikin ku têne ser cadeyan. Carekê guhê min li gotineke şêwirmendê Elmanyayê Hilmetkol bû ku li parlamentoya federe ya Elmanyayê peyvek dida, got: Behitî me ku PKKê, ku partiyeke qedexekirî ye li gor yasaya Elmanya, lê ji nişka ve li stadyumeke welatê me festivalekê saz dike û 150 hezar kurdî kom dike. Nizanim dezgehên me yên ewlehiyê li kû derê ne.

Bakur mezintirîn rûberê erdnîgariya Kurdistanê ye, 20-25 milyon kurd lê hene, şoreşeke wê ya çekdar û modern ya sivîl ya 20 salî heye, ev cemser bi Tirkiyê ve hatiye kirin, Tirkiyê jî endama NATO ye, çaremîn artêşa wê ya bejayî heye, tekane cihê piyê Emerîka ye li Rojhilata Navîn, xwediya bingeha Encerlîk e ku Emerîka ji vê bingehê nexşeya siyasetên xwe li deverê wêne dike, lewma CIA û Mossad hevkariya MITê kirin ji bo girtina birêz Ebdulla Ocalan.

Heke başûrê Kurdistanê ji bo cemserbûna xwe şanaziyê bi Kerkûk û Zêyê Behdînan û Soran û Sîrwan bike, li bakur jî Dicle û Firat û petrola Batmanê hene. Bakur vêga bûye selika nanê Tirkiyê, projeya GAP, 120 bendavên mezin û biçûk li xwe digire, beşê herî zêde li Kurdistana navendî hatine xilaskirin û tên xilaskirin. Yanî dikarin bi ava şêrîn Rojhilata Navîn av bidin. Carekê Turgut Ozal, wê demê serokwezîrê berê yê Tirkiyê bû li parlamentoya Tirkiyê got: Ereb naxwazin petrolê bifiroşin me, lê divê bizanin ku rojek tê bermîlek petrol bi bermîlek ava şêrîn didin me.

Ew av ji çiyayên bakurê Kurdistanê diherikin, piraniya kanî û çavkaniyên avê ji xeleka çiyayê Cûdî û Zagrosê tên ku landikê û cihê hebûna kurdan e.

Tirkiyê heya vêga welatekî sekûler e, li gor destûr, her çiqasî di destûrê de kurdbûn qedexe ye, zimanê kurdî û navê Kurdistanê qedexe ne, lê di yasayên wan de hinek derz û kun hene ku kurd dikarin di wan de lîstikên siyasî bikin, va ye 35 endamên parlamentoyê yên BDPê xebatê ji bo mafên gelê kurd dikin, ji aliyekî din ve Tirkiyê dixwaze tevî YE bibe û bibe endameke aktîv di YE de, jixwe eger wiha bibe, 20 milyon kurd dibin welatiyên Ewropa, me berê digot ev ji bo kurdan ne baş e, lê piştî du salan ji lêkolîneke kûr me kifş kir ku eger Tirkiyê bikeve nav YE de, kurd qezenc dikin û Tirkiyê jî neçar e prensîpên Copenhagen bicih bike ku di xalekê de wekheviya mafê hemû netewe û ol û mezheban qebûl dike û daxwaza dike hemû kes azad bin bi zimanê dayikê binivîsin û bixwînin, xaleke din ya wan prensîpan demokratîzekirina welat û azadiya takekes û bîr û baweriyê ye, herwiha bi vî rengî sînorê Ewropa digihe Zaxo û Qamişlo û Mako. Her çiqasî heya niha astengî pir in, nemaze ji aliyê Kulûba Xrîstiyanî, û rayeke din heye di nav YE de dibêje, hinek deverên Tirkiyê ne amade ne bibin welatiyên ewropî, ev jî derfeteke din e ji bo kurdan ku daxwaza konfederaliyê li bakurê Kurdistanê bikin.

Bakurê Kurdistanê, Kurdistana navendî ye û her guherîneke erênî lê bê kirin, bandoreke girîng û baş li ser beşên din yên Kurdistanê û kurdên li derve jî dike. Ev herdu cemser (qutb) ku du cemserên bingehînî yên bizava azadîxwaza gelê Kurdistanê ne, hemû kurd wan wek qiblegeha xwe dibînin, erkên dîrokî û neteweyî wiha li wan dike ku ji hev nêzîk bibin û li ser xalên hevbeş ku xizmeta şoreşa gelê Kurdistanê dike li hev bikin û bernameya hemahengî û çalakiyên sivîl û siyasî ya dîplomasî ya eşkere û nehênî birêve bibin.

Rast e pêwendiyên eşkere û nehênî yên van herdu cemseran bi dewletên herêmî û hêzên mezin re hene û dixwazin van pêwendiyan biparêzin û bi pêş bixin, xizmeta ajendayên xwe bikin, gilî û gazin jê tune, bi şertekî ne li ser hisabê cemserê din be û di çarçoveya hurmeta exlaqên neteweyî û niştimanî dernekevin. Nabêjim ev herdu cemser bi hev ve bên girêdan, çiku di vê qonaxê de ev ne mimkin e.

Li ser riya dewletbûnê…

Rast e cemserê başûr di qonaxa dewletbûn û avakirin û geşbûna aborî û kulturî û sivîl de ye, tevî hemû zêdegavî û gendeliyên ku hene, riya dewletbûn û serxwebûnê hatiye meşandin û dewletên dinyayê, di nav wan de dewletên dagirkerên Kurdistanê jî ji bo parastina berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bi neçarî ev rewşa nû qebûl kirine, ew hemû konsûlxaneyên ku li başûr hatine vekirin, saziyên aborî, kompaniyên mezin ji Exxon Mobil buigire heya digihe kompaniyên Îran û Tirkiyê li başûr mijûlî kar in, petrol û xaz û zêrên binerd dertînin û difiroşin, ku xwîn û henaseya xelkê Kurdistanê ye, ji bilî du firokxaneyên navdewletî ku riya asamanan ji wan re vala kirine, ev material û bingehên dewletbûnê ne.

Lê mixabin piraniya herî zêde ya van şîrketan yên du dewletên dagirkerên Kurdistanê ne ku qet naxwazin dewleta kurdî ava bibe û heya bikarin astengiyan li ser riya wê derdixin.

Projeya federal a Ozal

Nizanim projeya Turgot Ozal yê rehmetî ye tê zindîkirin yan ev proje zindî bûye û haya me jê tune. Projeya Ozal bi kurt wiha ye: Wîlayeta Mûsil heya digihe Kerkûk û Xaneqînê yanî xeta petrolê bi Tirkiyê ve bê kirin, hinek navçeyên dûrîdest yên bakur bixin ser û bi navê federaliya kurd, li gel Tirkiyê federalî bê dirustkirin.

Di vê projeyê de her behsa erdnîgarî û xak hatiye kirin, behsa mafên neteweyî yan dîrokî û kultûrî yên kurd û Kurdistanê hatine piştguhkirin. Armanca Ozal ew e: Bi petrola bakurê Iraqê Tirkiyê dikin bihuşt, bêkarî û hejarî tê de tên nehiştin, ji bo vê yekê jî emerîkiyan şîret dikin ku razîbûna şahê Erebîstana Siudî yê wê demê Melîk Fehed wergire ku rê lê negire, di bersivê de Şah Fehed dibêje: Rê nadim du parçeyan ji welatê erebî bikirtînin û ji xwe re bibin.

Cemserê bakur di şoreş û berxwedanerke serhişk û xwînrijî de ye li hember sîstemeke nîv eskerî ku di qanûna wan ya serekî de kurdbûn û navê Kurdistanê û zimanê kurdî qedexe ne, şoreşa bakur ne tenê şoreşeke çekdarî ye wek hinek kes rexneyan lê digirin, lê şoreşeke siyasî û kultûrî û sivîl e jî, va ye li parlamentoya Tirkiyê 35 kes hene ku daxwaza mafên kurdan dikin. Partiyeke ku 20 sal in di şer de ye bikare ji sed şaredariyan bi hilbijartin 99 şaredariyan bibe li Kurdistana navendî, qey ev ne karekî şaristanî û sivîl e, herwiha li piraniya bajar û bajarok û gundên bakur dibistanên nehênî û eşkere vekirine da ku nifşê nû fêrî xwendin û nivîsîna zimanê kurdî bikin.

Girêdayî karê siyasî jî pêkanîna parlamentoya derveyî welat li derve û kongreya neteweyî li Ewropa KNKê, wek navnîşaneke siyasî ye ji bo kurdan û damezrandina sê kanalên asmanî, damezrandina sedan komeleyên kultûrî û siyasî li bajar û navendên Ewropa, vekirina enstîtuya kurdî li Berlînê, akademiya hunera kurdî li Bonê, bi sedan kovar û rojname bi zimanê kurdî û biyanî, ku ev şoreşa çandî ne û samanên me yên neteweyî diparêzin, pêwist e bêjin li vir ku damezrandina yekemîn kanala asmanî ya kurdî şoreşeke medyayî û kulturî bû di mejiyê kurdan de; di encama van çalakiyan de dora 12-13 hezar çalakvanan, jin jî di nav de, li zindanên Tirkiyê ne, ku di nav wan de şaredarên hilbijartî û endamên parlamentoyê jî hene, nemaze jî birêz Ocalan ku bi zindana heta hetayê hatiye mahkûmkirin û hezarên endamên PKKê ku bi 15-30 salan hatine mahkûmkirin.

Bi baweriya min, dem hatiye ji bo nêzîkbûna van herdu qutban, gava yekê jî girêdana kongreyeke neteweyî ye ku her parçe li gor hêz û rewşa xwe cih tê de bigire û peyva xwe bêje.

Bawer nakim şer û hevrikî careke din di navbera van herdu cemseran de rû bide, çiku dagirkeran hişt ev tişt biqewimin ji bo ji navbirina şoreşa gelê kurd û destkeftên ku li başûr pêk hatine û ji bo girtina rê li ber serxwebûnê, fîta şerê navxwe yan şerê kurd û kurdan pêxistin ku hêviya Îran û Tirkiyê bû, yên ku destê wan hebû di şerê navxwe li başûr û şerê bakur û başûr de û dezgehên wan yên sîxuriya roleke çalak û bêmirês lîstin di talkirin û sivikirina pîroziyên şoreşê û lîderên hêzên siyasî yên kurdî.

Ez li Ewropa bûm gava bi navê parlamentoya derveî welat me berê xwe dida her helkefteke siyasî, digotin hûn miletek in hê jî tekûziya we ya neteweyî nebûye û ne amade ne xwe birêve bibin, bersiva me jî nebû. Lê vêga piştî guherînên li cîhanê û li deverê û li Kurdistanê rû dane, mentalîteya xelk û lîderên kurd û cemawer û rewşenbîran jî guheriye, ji aliyekî din ve jî dagirker û dijmin jî bêhêvî bûn, çiku qonaxê ferz kiriye ku ev herdu cemser-bakur û başûr- pêwîstiya wan bi hev hebe.

Ramana welatparêzî û neteweperwerî û nêzîkbûna hêzên siyasî û hev qebûlkirin di geşbûn û pêşkeftinê de ye, lewma ev herdu cemser divê pir ji hev nêzîk bibin.

Ev gotar di Rûdaw’ê de hatîye belavkirin.

Advertisements