Gallery

Ji bo 8 parlementerên Kurd fezleke hat amade kirin

Nûçexane – Di çarçoveya lêpirsîna “KCK’ê” de, ji bo rakirina mafê destnedanê yê tevî hevserokên BDP û KCD’ê 8 wekîlên Kurd fezleke (kurtebiryar) hat amadekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi îdîaya “Endamên KCK’ê ne” ji bo rakirina mafê destnedanê yê hevserokê BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk û 4 parlementerên din ên Kurd fezleke amade kir.

Dadgehê, bi îdîaya “Endamên KCK’ê ne” ji bo rakirina mafê destnedanê yê hevserokê BDP’ê Gultan Kişanak (Parlementera Sêrtê) û Selahattîn Demîrtaş (Parlementerê Colemêrgê), hevserokên KCD’ê Ahmet Turk (Parlementerê Mêrdînê yê serbixwe) û Aysel Tûglûk (parlementera Wanê ya serbixwe), Parlementerên BDP’ê Sehabat Tuncel (Stenbol), Emîne Ayna (Amed), Ayla Akat Ata (Êlih) û Nûrsel Aydogan (Amed) fezleke amade kir.

Ev fezleke ya cûda cûda ya der barê parlementeran de ji 30 rûpelan pêk tê. Di fezlekeyê de hatin û çûyîna parlementeran a li Buroya Rêveberiyên Herêmî û dengê wan ê hatine guhdarkirin û tomarkirin, weke delîl hatine nîşandan. Di fezlekeyê de tê gotin ku têkiliya parlementerên navborî bi KCK’ê re hene. Ji bo fezleke pêşkêşê Serokê Meclîsê were kirin, fezleke ji Wezareta Dadê ya Tirk re hat şandin.

KOMARA FEZLEKEYAN

Di 9’ê gulanê de Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi hinceta doktorek derb kiriye, fezleke der barê Parlementerê BDP’ê yê Wanê de amade kiribû.

Ji sala 2009 û vir ve, bi hezaran siyasemetdarên Kurd piştî serkefitna DTP’ê ya di hilbijartinan de tên girtin û binçavkirin. Parlementerên Kurd jî ji vê yekê para xwe werdigirin. Tenê di sê mehên destpêkê yên îsal de der barê parlementerên BDP’ê yên ku daxwaza azadî, maf, demokrasî û dadê dikin de 120 fezleke hatibûn amadekirin. ANF Kurdî

Advertisements