Gallery

Ji bo navçeyên li derve mane wezaret tê xwestin

Nûçexane – Rêveberê devera Celewla Enwer Husên daxwazê ji kabîneya heftan ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku wezareta karûbarên navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê damezirîne.

Enwer Husên, peyva serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêwresma veşartina rûfatên Enfalkiriyan de erênî dibîne û dibêje: “Pêdiviya me bi dubare vegerandina navçeyên cihê nakokiyê heye. Ew wezaret eger li kabîneya heftan vegere bandoreke pir baş li ser rewşa navçeyên veqetandî dike.”

Enwer wiha axivî: “Ev wezaret girêdayî navçeyên veqetandî ye û heya roja ku madeya 140ê bê bicihkirin, pêdiviya hebûna vê wezaretê her dimîne.”

Navbirî eşkere kir ku gef û tirsandina kurdan li Celewla û Sadiye berdewam e û ragihand: “Heya niha zêdeyî 1200 malbatên kurd li jêr zexta grûpên terorîst navçe terikandine. Grûpa El-Qaîde û grûpên çekdar yên din bi name û mobayl daxwaza pereyan ji xelkê dikin û eger daxwazên wan neyên bicihanîn, gefên xwe bicî dikin.”

Di çend rojên borî de, mamosteyekî kurd li Celewla ji ber ku li dibistana xwe çalakî ji bo bîranîna Enfal birêve biribû, ji aliyê grûpên terorîstî rastî gefa kuştinê hat.

Rêveberê devera Celewla Enwer Husên wezareta koç û koçberên Iraqê rexne dike û dibêje: “Wezareta koç û koçberên Iraqê di vî warî de pir xemsar e û ti hewldanek ji bo vegerandina malbatên koçber nade.”

Bi gotina Enwer, ewlekariya wan navçeyan ne bihêz e: “Pêwist e hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê li wan navçeyan bi hevbeşî û hevkarî kar bikin da ku ewlekariya xelk û rûniştevanên navçeyê bê dabînkirin.”

Celewla û Sadiye beşek ji navçeyên cihê nakokiyê ne di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, û ewlekariya navçeyê ji aliyê hikûmeta Iraqê tê dabînkirin û pêşmerge li derveyî wan navçeyan hatine bicihkirin. Sakar Ebdullazde / Rûdaw

Advertisements