Gallery

Li Kurdistanê zêdetirî 20 nûnertîyên welatên biyanî hene

Nûçexane – Berpirsê pêwendîyên derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa diyar kir ku, Kurdistanê ber bi asta pêwendîyên navnetewî de gavên baş avêtine û niha li Herêma Kurdistanê zêdetirî 20 nûnertîyên welatên biyanî hene.

Di yekem serdana xwe de bo herêma Kurdistanê, duhî. Heyeteke welatê Ukrayîna ku ji; Îgor Bolîxa serokê fermangeha çiwarem li wezareta derve, Mîxayîl Bino Îriyan şêwermendê wezareta derve, berprisê karûbarên sefaretxaneya Ukrayîna lu Îraqê û hijmareke bazirgananên ukrayînî pêkhatibû, serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de ku, Karwan cemal amade bû, heyeta mêvan diyar kir ku, ji bona ku jinêzîk haydarî rewşa herêma Kurdistanê û pirosesa binyatdananê, avadankirinê, geşkirina aborî û mekanîzma bihêzkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re bibin, wan serdan hewlêrê kirye.

Îgor Bolîxa serokê heyeta ukrayînî got: “Li hemû nawçeyên vê herêmê pêşkeftinên cihê dikevin berçavan. Ev yek jî nîşana hebûna bizaveke siyasî, aborî û bazirganiya pêşkeftî û bi îstîqrar e. Ev rewş derfetê dide kompaniyên biyanê ku, bi awayekî berfireh beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.

Felah Mistefa, li heber serdana şandeta Ukrayîna bo herêma Kurdistanî kêfxweşiya xwe nîşan da û behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a vebûna ber bi cîhanê ve kir û got:

Li ser astê peywendiyên derve digel welatên cîhanê, me pêngavên baş avêtine û îro zêdetir ji 20 nûneratiyên welatên biyanî li herêma Kurdistanê hene. Em dixwazin Ukrayîna jî qonaxeke nû ya peywendiyan digel herêma Kurdistanê dest pê bike ûnûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke. Jêder: KRG

Advertisements