Gallery

Muhlet diqede divê îro şûngirê Malikî diyar bibe

Nûçexane – Parlementerê serbixwe yê parlementa Iraqê Sebah Saidî yê ser bi fraksiyona Şîeyî ya Hevpeymanîya Niştîmanî ragihandiye, ku kombûna doh ya li Dokanê temamkirê kombûnên berê yên li Hewlêrê û Necefê ye û ew kombûn ji bo çaksazî û guherandinan e. Saidî dibêje, ku wergirtina bawerî ji Malikî tenê girêdayî demê ye û Hevpeymanîya Niştîmanî îşev heta sibê şev muhlet heye da ku keseke din li cihê Malikî dîyar bike.

Sebah Saidî endamê serbixwe yê parliyamenta Iraqê yê ser bi Hevpeymanîya Niştîmanî ve di bêjedanekê de li gel PNA ragihand, ku ´´ di kombûnên ewê dawîyê ya serkirdeyan de, birayar hat dan heger çaksazî nehê kirin ber bi guhertinê ve biçîn. Li gel ewê çendê ku maweyek bo çaksazî di xalên kombûna Hewlêrê de hatibû dîyarkirin, belê ji alîyê Hevpeymanîya Niştîmanî ve bersiveke rohn nehate dan.´´

 

Sebah Saidî herwisa got:´´ piştî hingê dîsan nameyek din bo Hevpeymanîya Niştîmanî hat şandin, ji ber ku mafê Hevpeymanîya Niştîmanî ye posta serokê wezîran werbigire, her ji ber ewê çendê daxwaz hat kirin kesek din li cihê Malikî dîyar bikin, belê cemserên Hevpeymanîya Niştîmanî bi taybetî Dewleta Qanûnê ew daxwaz piştguh xistin û ew yek jî bûye hokarê ewê çendê ku kombûneke din bi amadebûna serok koamr bihê sazkirin da ku rêkarên destûrî bo standina bawerîyê ji malikî bihên wergirtin. Niha jî ev pirs tenê girêdayî demê ye û tişteke din nîne.´´

 

Endamê serbixweyê Hevpeymnaîya Niştîmanî herwiha tekezî kir û got:´´ di evê maweyê de ku di berdestê Hevpeymanîya Niştîmanî de ye û mafê wane pêş ewê demê ku bawerî ji Malikî bihê standin, kandîdek bo cihê Malikî dîyar bikin, her ji ber ewê çendê Hevpeymanîya Niştîmanî derfetek di ber dest de heye. Di evê maweya navbera îşev heta sibê şev, gerek kesek din bo cihê Malikî dîyar bikin, bo evê mebestê jî kesê xodan şîyan di evê lîstê de hene.´´

Sebah Saidî di dawîya bêjedana xwe de got:´´ cîbicî kirina destûr û guhertina desthilatê bi awayeke aştîyane yek ji bingehên destûrê ne û heger bixwazin ji destûr û prosesa demokrasîyê vegerin, ewa hingê ew bi xwe encamên qanûnî û sizayên wê dê bigirine s er milên xwe.´´ PNA

Advertisements