Gallery

PSK: Hikumeta AKP bûye mertal ji qatilan re

Nûçexane – Partiya Sosyalîsta Kurdistanê/bakûr bi beyannamekê rexne li serokwezîrê Tirkiyê û hikûmeta Tirk digire ku ev 5 heyvin derbasbûn, lê hê jî qatilên bûyerê nehatine eşkere kirin.

Derbarê komkujiya Roboskê ku ev demeke li Kurdistanê û Tirkiyê bûye rojeva siyasî, lê belê, heya niha çi gav nehatine avêtin, her weha karbidestên dewletê dixwazin qetlîema roboskiyê bidine ji bîr kirinê.

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê di beynannameya xwe de ku wêneyek ji Xendanê re hatiye şandin de hatiye ku: “Rayedarên Tirk yên navçê, gefan li  malbatan qurbaniyên Roboskê dixwin û ji wan dixwazin, ku dev ji vê meseleyê berdin.”

Di derbarê gotinên serokwezîrê Tirkiyê û wezîrê navxwe ku dibêjin “xortên, ku hatina kuştin, qecaxçi bûne, alîgîrê PKK bûne û navçe jî navçeya terorêye . Bona vê yekê jî rûdana bûyerên hanê tiştekî asayî ye.” PSK dibêje: “Berpirsên hikumeta AK Partî bi vê gotinê xwe ve bûne mertala qatilan.”

Partiya Sosyalîst carek din rexne li siyaseta Ak partiyê û Erdogan digre ku demek berê digot “Emê dijî terore şer bikin, ligel siyasetê jî giftugo bikin.” Behsa muzakere li gel BDP û hevditîna MİT ligel PKK kiribû. Îro jî hemu prensib û bînamayên exlaqa siyasî binpê dike û dibêje, ku “BDP bêbext e”.

Partiya sosyalîsta Kurdistanê bang li hikûmeta Tirkiyê û Pkk`ê dike û tekez dike ku divê hikûmeta Ak Partî, dev ji ziman û siyaseta tundûtijiyê berde û pêşiya operasyonên leşkerî bîgre, ji bona rêxweşkirina diyalog û goftûgoyê jî gavan bavêje.Her weha li hemberî vê yekê jî divê PKK`ê jî dev ji çalakiyên çekdarî berde. Kurdî: Xendan

Advertisements