Gallery

Rejima Îranê îro 8 girtîyên Kurd darve kir

Nûçexane – Ajansa Nûçeyan ya Mukrîyanê ragihand ku, îro 8 girtiyên Kurd, li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatine bidarvekirin.


Li gor daxuyaniya Mesûd Şems Nijad, parêzerê yek ji girtiyan, bo Ajansa Mukiryanê, navê wan girtiyan wisa bûye: Alahwêrdî, A.Seyad, A.Sefer, P.Hacî, P.Xosro, D.Omran, G.Nehad, N.Ebdulmecî
Navborî destnîşan kir, sûcê wan girtiyan qaçaxa madeyên hişber bûye. Şems Nijad got ku, cî bi cî kirina hukmê wan girtiyan li derveyî xalên zagona cî bi cî kirina hukmê bidarvekirinê bûye.

Hêjayî gotinê ye ku êvara roja bihurî, ew heşt girtî bi destûra berpirsên girtîgehê ji bo cîbicîkirina hukmê bidarvekirinê, bo qerentîneya girtîgehê hatbûne şandin û di şefeqa îro 31.05.2012’an de di girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê de hatine bidarvekirin.

Advertisements