Gallery

Ji Demîrtaş bo Erdogan: Em ne biratîya te ne jî qeleşîya te dixwazin

Nûçexane – Serokê Giştî yê BDPê Selehattîn Demîrtaş, anî ziman ku ger hikûmeta AKPê daxwazên wan qebûl neke muzakereyaran naxin rojeva xwe û wiha got: “Em ne biratiya te û ne qelêşiya te dixwazin. Em niha piştî van neheqî, girtin, binçavkirin û kuştinan niqaşa man û nemana nava pergalê niqaş dikin. Gelê kurd ne mecbûre vê êş, zilm û derdê we bikişîne. Gelê kurd ne bê alternatîf e jî. Ger ku feraseta faşîst neyê guhertin em ne mecbûrin bi vê pergalê re bijîn. Divê gelê Amedê AKP’ê li Amedê bi çeteya wan re bi tenê bihêle.”

Hevserokê Giştî yê BDPê Selehattîn Demîrtaş, li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê tevlî şahiya gel a li salona Dawetê ya Prensesê bû. Di şahiya gel de li salona dawletê pankartên “Ez livir im”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe, li rûmeta xwe xwedî derkeve” “Kurd bi kurdî dibin netew”, “Kelepçeyên li hilbijêran hatin xistin li vîna gel hatine xistin” vekirin. Di şahiyê de Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demîrtaş, Parlamentera BDPê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, endamên Meclîsa BDPê, Hevserokên BDPê yên Stenbolê Asiye Kolçak û Alî Riza Bîlgîlî û bi sedan welatî amade bûn.

‘Îxtîdar nikare me teslîm bigire’

Di şahiyê de Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattin Demirtaş, li ser geşedanên dawî nirxandinên girîng kir. Demîrtaş, anî ziman ku gelê kurd li dijî zilm û zordariya li ser nasname û nirxên xwe têkoşînke herî mezin a polîtîk dide. Demîrtaş, bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Niha bi awayekî bê terbiye û hovane êrîşî me dikin. Lê îxtîdar bi tu awayî nikare me teslîm bigire. Nikare bi operasyonên KCKê û operasyonên leşkerî gelê kurd çavtirsandî bike. Gelê kurd li Rojhilata Navîn dîrokê dinivîse. Gelê kurd dê heta dawiyê li vîna xwe xwedî derkeve.”

‘Heta ku daxwazên me neyên qebûl kirin em muzakereyê naxin rojeva xwe’

Demîrtaş, bilêv kir an dê hikûmet vîn û nasnameya gelê kurd bi awayekî fermî nas bike, an jî dê li dijî gelê kurd şerekî tevahî bide meşandin û wiha berdewam kir: “Niha hikûmeta AKPê û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dixwaze li dijî gelê kurd şerê tevahî bide meşandin. Hemû gelê kurd rastî zilm û zordariya dewlet û hikûmetê hatiye. Gelê kurd bi ziman, çand û nasnameya xwe heye. Bi erdnîgariya Kurdistanê heye. Ger ku hikûmet daxwazên me qebûl neke, em bi wêre muzakereyê çênakin. Ez dîsa bang li Serokê AKP’ê Erdogan dikim. Tu bi komkujî, tecrîd û polîtîkayên teslîmiyetê nikarî gelê kurd têk bibî. Em muzakere û aştiyê dixwazin. Lê em tu carî xwe navêjin ber piyê tu kesî û koletiyê qebûl nakin.”

‘Divê berî her tiştî rêzê nîşanî vîna gelê kurd bide’

Demîrtaş, da zanîn ku ger Erdogan bi gelê kurd re muzakereyan bike divê berî her tiştî nasname, statu û vîna gelê kurd nas bike û rêzê nişanî vîna gelê kurd bide û wiha pêde çû: “Her ku hikûmet komkujiya Roboskî asayî bibîne û lêborînê nexwaze û komkujiyê rewa bibîne bi AKP’ê re muzakere çênabin. Em bang li AKPiyên bi rûmet dikin û dixwazin ji AKPê biqetin.”

Demîrtaş, da zanin ku Erdogan wê 2’ê Hezîranê biçe Amedê û wiha bang li gelê Amedê ki: “Ez bang li hemû gelê Amedê dikim. Ez ji gelê Amedê ricadikim. Ez ji gelê Amedê dixwazin ku dema Berpirsiyarê Roboskiyê di kolanên Amedê re derbas bû bila tu Amedî dernekeve kolanan. Bila tu kurd rûyê Erdogan nebînin. Ez bang li Erdogan jî dikim û dibêjim tu bi çi rûyî tê Amedê.”

Demîrtaş, bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan jî da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ne biratiya te û ne qelêşiya te dixwazin. Em niha piştî van neheqî, girtin, binçavkirin û kuştinan niqaşa man û nemana nava pergalê niqaş dikin. Gelê kurd ne mecbûre vê êş, zilm û derdê we bikişîne. Gelê kurd ne bê alternatîf e jî. Ger ku feraseta faşîst neyê guhertin, em ne mecbûrin bi vê pergalêre bijîn jî. Divê gelê Amedê AKPê li Amedê bi çeteya wan re bi tenê bihêle. Em dîsa dibêjin pirsgirêk dê bi hêza gelê kurd çareser bibe. Heta Birêz Oclana azad nebe û heta girtiyên ji doza KCKê serbest neyên berdan, heta mafê gelê kurd ê perwerdeya zimanê dayîkê neyê qebûlkirin, heta statuya gelê kurd neyê qebûl kirin pirsgirêk nayê çareserkirin.”

Piştî axaftinê girseyê dirûşmeya “Kurdistan bi te serbilind e” Şahî bi konsera Koma Gulê Xerzan, Hozan Weysî û Serkan Kanireş bi dawî bû. DÎHA/Rûdaw

Advertisements