Gallery

Li Amedê Rageşî: Demîrtaş banga protestokirina Erdogan kir

Nûçexane – Hevseokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di 2’mîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî de axivî û got; “Şaredariyên BDP’yî modeleke nû ya şardariyan pêş xistin. Ji bo ev model pêş nekeve li dijî şaredariyên me êrîş pêk hatin. Emê hisabê Roboskiyê bixwazin.”

Demîrtaş, bang li hilbijêrên AKP’yî û Amediyan kir ku ew li Amedê Erdogan şermezar bikin û wiha axivî: “Em dê bi AKP’ya ku dibêje ‘pirsgirêka kurd xilas bûye’ re çi biaxivin? Tu dê siyasetmedarên me serbest berdî, beriya her tiştî jî tu dê qebûl bikî ku Birêz Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurde.”

2. Konferansa Rêveberiyên Herêmî li Amedê destpê kir. Konferans bi şîara ‘Em bi hêza Rêveberiya Xweser re em xweseriya demokratîk bi serkeftinê bidawî bikin’ li navenda çand û ciwanan ya Cegerxwînê hat lidarxistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk, Hevserokên Giştî yên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, hemû şaredarên BDP’î û însiyatîfa dayîkên aştiyê tevlî konferansê bûn. Li salona Konferasnê pankarta li ser; “Şahîdên şoreşê nemir in” nivîsandî, pankarta li ser wêneyên 20 şaredar, 19 cîgirên şaredar û endamên meclîsên şaredariyan ên girtî hatin daliqandin.

GAV BI GAV XWESERIYA DEMOKRATÎK

Piştî hilbijartina dîwanê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe jidest dane rêz hat girtin û berpirsyarê rêveberiyên herêmê Îdrîs Baluken axaftina vekirinê kir. Baluken got; “Şaredariyên BDP’î modela xweseriya demokratîk pêş xistin. Ev model ji bo mirovahiyê boriyên bêhn girtin û standinê ne. Ji bo Xweseriya Demorkatîk bê avakirin ew dê xebateke berfireh bidin meşandin. Binesaziya civakî ya aborî û gelek aliyên din ew ê li ser şaredariyan de bê pêşxistin.”

‘ME TÊGIHA RÊVEBERIYA HERÊMÎ DANÎ HOLÊ

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî wiha axivî: “Me di nava 13 salan de têgiha rêveberiya xweser pêş xist. Di nava vê pergala ku wekî qada îxtîdarê tê nasîn de me ev qad veguherand modelên girîng. Em dê di nava 3 rojan de mijara xweseriya demokratîk pêngavên vê yên pratîk nîqaş bikin. Encamên veguherîna çandekê jî dê piştî 3 rojan derkeve holê.”

‘PÎVAN ŞAREDARIYÊN BDP’Î NE’

Demîrtaş destnîşan kir ku hevalên wan şardariyên rantxwar veguherandin şaredariyên xizmeta gel û ji ber vê pêngava wan ew pîroz kirin. Demîrtaş ji bo şaredariyên BDP’î ev hevok rêz kirin. “Tevî hemû polîtîka û pêkanînên zihniyeta tekane jî hevalên me bi fedakarî xebitîn û şaredariyên xwe veguherandin modelekê. Em dê ji vir û pê de paş ve gav neavêjin. Lewma pîvan şardariyên BDP’î ne. 180 hevalên me girtî ne. Lê der heqê yek ji wan de lêpirsîna diziyê nehatiye vekirin. Tevî ku çavkaniyên me gelekî kêmin jî çawa dibe ku şaredariyên me xizmeteke ev qasî mezin dikin? Ji ber ku diziyê nakin. Ji bo em modelê hê pêşdetir bibin em ê xebatên hê mezintir bikin.”

BANG LI MALBATÊN LEŞKERAN KIR: LI DIJÎ ŞER RABIN SERHILDANÊ

Demîrtaş, bang li malbatên leşkmeran jî kir û xwest êdî li dijî şer rabin serhildanê û wiha got: “Zarokên we ji bo vî welatî nayên kuştin. Ji bo AKP’ê dimirin. AKP ji bo vê desthilatdariya xwe berdewam bike zarokên we tên kuştin.

Em dixwazin malbatên leşkeran li hemberî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin û vê neheqiyê qebûl nekin.

Zerokên we ji AKP’ê çêtir in. Divê herî zêde malbatên polîs û leşkeran li hemberî vî şerî derkeve.”

‘EMÊ HESABÊ ROBOSKIYÊ BIPIRSIN’

Demîrtaş, bal kişand ser komkujiya Roboskiyê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: Li Roboskiyê komkujiya li dijî kurdan pêk hatiye. Di şexsê 34 ciwanan de li dijî gelê Kurd komkujî pêk hatiye. Em hemû li wir hatin qetilkirin, mirovahî hate qetilkirin. Ji ber vê yekê AKP dixwaze ser vê yekê bigire. Em dê heta dawî têbikoşin û komkujiya Roboskiyê ronî bikin. Em dê hesap ji berpirsiyaran bipirsin” ANF Kurdî

Advertisements