Gallery

Nuceyfî: Ji bo bawerîstandina Malikî bêhtirî rêjeyê îmze kom bûne

Nûçexane – Esîl Nuceyfî parêzgarê Mûsilê aşkira dike, ku hejmara parliyamneterên îmza li ser nameya standina bawerîyê ji Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê kirine, ji hejmara pêywîst gelek zêdetire. Nuceyfî tekezî jî kiriye, ku di nav kesên îmzakirî de çend endamên ser bi Hevpeymanîya Niştîmanî ya Şîeyîyan jî hene û bi wî awayî Malikî dibe yekem serok wezîrê ku bi awayeke demokratî dihêt ladan.

Esîl Nuceyfî parêzgarê Mûsilê û serkirdeyekê dîyar ê lîsta Eliraqîyye ragihand, ´´ku heta niha 70 endamên lîsta eliraqîyye li ser nameya standina bawerîyê ji Malikî îmza kirine, herwiha 10 endamên din ên Eliraqîyye jî ku niha ji Iraqê dûrin dê îmzayên wan bihên amadekirin.´´

Nuceyfî di berdewamîya bêjedanên xwe de daye xuyakirin, ku ´´ her 40 ednamên tevgera Sedr bi xwîna xwe îmza kirine û li gel ewê çendê jî gişt endamên Hevpeymanîya Kurdistanî li gel standina bawerîyê ji Malikî ne. Guftûgo li gel lîsta Goran jî berdewamin û dê hingê gişt dengên Kurd bigihîje 57 dengan.´´

Parêzgarê Mûsilê herwisa got:´´ hejmarek endamên Hevpeymanîya Niştîmanî li gel wergirtina bawerîyê ji Malikî ne û heta niha encûmena bilinda îslamîya iraqê jî îmza nekirine, belê peyman dane ku di parliyamentê de deng li ser bidin.´´

Esîl Nuceyfî weha jî da xuyakirin, ku ´´ bi evê pêngavê hejmara ewan endamên ku li ser nameya standina bawerîyê ji serok wezîrê Iraqê Nûrî Malikî îmza kirine, rêjeya qanûnîya xwe derbas dike ku pêywsîtî bi 164 dengan heye û li gel ewê çendê razîbûna lîst û çend endamên din ên parliyamentê jî di gel d eye.´´

Nuceyfî di dawîyê de ragihand, ku di rewşek weha de, Nûrî Malikî dê bibe yekeîm serok wezîrê Iraqê ku bi awayeke demokratî ji sar kar dihê rakirin. Jêder: Sumariya News Kurdî: PNA

Advertisements