Gallery

Serok Barzanî salvegera YNK’ê pîroz kir

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mebesta pîrozkirina salvegera 37’an ya damezirandina Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) doh bi rêya telefonê peyama pîrozbahîyê gihand Serokê YNK’ê Celal Talabanî.

Wêne: Pukmedia / Mesûd Barzanî û Celal Talabanî ligel hev

Li gor nûçeya Pukmedia Barzanî hêvî xwest ku ev helkefte bibe bingeha zêdetir pêşketin û serkeftinê ji bo YNK`ê di meş û têkoşîna wê de. Talabanî jî li ser vê pîrozbahîya germ ya serokê herêma Kurdistan spasî kir û xwest peywendiyên di navbera YNK û PDK`ê de bihêztir bibin û hevpeymaniya stratejî ya di navbera herdu aliyan de bikeve xizmeta gelê Kurd û parastina destkeftiyên ku hatine bi destxistin.

Advertisements