Gallery

Xwendekarên Kurd li Zanîngehên Tehranê, çand û hunera Kurdî didin nasîn

Nûçexane – Bi boneya salvegera damezirandina zanîngeha Tehranê, roja 5-29, dûyemîn festîvala roja navnetewî ya vê zanîngehê bi amadebûna berpirsên Îranê, balyozê welatan û nûnerên nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê birêve çû.

Di destpêka festîvalê de, berpirsê zanîngeha Tehranê di gotarekî de ragihand: Li zanîngeha Tehranê de, 500 xwendekarên biyanî dixwînin û di planê zanîngehê de ye ku ev hejmar bighê 2000 kesî.

Piştre ji aliyê berpirs û rêveberê zanîngeha Tehranê û wezareta xwendina bilind ya Komara Îslamî xelata taybet dane xwendekarên biyanî ya vê zanîngehê.

Di peravêza festîvalê de, pêşangehek taybet bi çand û hunera van xwendekaran li zanîngehê de vebû, di pêşangehê de odeyek taybet ji bo Êraq û Herêma Kurdistanê hate vekirin, di wir de çand, huner û wêjeya Herêma Kurdistanê hate nasandin.

Zanîngeha Tehranê weke mezintirîn û kevintirîn zanîngeh li Tehranê tê naskirin û hejmarek xwendekarên Herêma Kurdistanê li wir dixwînin. PUKmedia

Advertisements