Gallery

Komkujîya Hûla: Elî Seyîdê 11 salî bi xwîna birayê xwe sax ma

Nûçexane –  Di Komkujîya Hûlayê ku heftaya borî li Sûrîyê 49 jê zarok 108 kes hatibûn qetilkirin de, Elî Seyîdê 11 salî sax filitî û ev komkujî ji Ajansa Nûçeyan ya Navnetewî Associated Press re rave kir. Seyîd dibêje, 11 merivên serrût û çekdar nîvê şevê bi ser mala wan de girtine û bi dorê dayik, xwişk û birayên wî bi kuştine.

Seyîdê 11 salî di vê komkujîyê de tevahîya malbata xwe winda kiriye û tenê maye. Seyîd, ji bo neyê kuştin jî dema qatilan gule reşandine ser wan derba guleyê lê neketîye û bi xwîna birayê xwe yê kêleka xwe, xwe mirdar kiriye û ji vê komkujîyê filitîye.

Elî Seyîd serpêhatîya komkujîyê ji AP’yê re wiha rave dike: “11 zilamên çekdar yên  porên xwe kola bûn nîvê şevê ketin nav malê. Dayîka min dest bi qêrînê kir. Bavê min û birayê min ê mezin derxistin derve. Dayika min bi girî ji wan re got, hûnê çi bi wan bikin. Em û xwişkûbirayê xwe yên din jî li hev hewîyan û hatin ba hev.  Yekî bi cilên sivîl dayika min bir odeya razanê. Li serî û bejna wê 5 caran gule reşand. Paşê ji odê derket. Xwişka min Raşa dît û derbeke guleyê jî li serê wê da. Piştre jî birayên min Nadir (6) û Aden (8) kuştin. Li min jî reşandin, lê gule bi ser de qevazt. Pir tirsîya bûm, hemû laşê min dilerizî. Nadir ji ser û pişta xwe gule xwaribû. Min xwîna wî bi cilên xwe da û min dest bi zarîkirina miriyan kir. Gotin qey ez jî mirime û çûn.” Nûçexane

Advertisements