Gallery

Mehmet Şandir bo Rûdawê: “Kurd û Tirk ji heman nîjadê ne, ango Tûranî ne”

Nûçexane – Cihgirê Serokê Koma Partîya Tevgera Nijadperest (MHP) Mehmet Şandir, cara ewil bi rojnameyeke Kurdî ‘Rûdaw Kurmancî – Çapa Ewropa’ re hevpeyvînek saz kir û di wê hevpeyvînê de jî êrîşa xwe ya li dijî kurdan berdewam kir. Şandir, Kurd ji nijada Tûranî û Tirk hesiband û daxwazên mafên kurdan li Kurdistana Tirkiyê jî tune hesiband.

Orîjînala Hevpeyvînê ku di Rûdawê de hatîye belavkirin wiha ye:

Di siyaseta Tirkiyeyê de, ji salên 70yî ve di hêla nijadperestiyê de partiyek bi nav û deng heye: MHP. Yek ji berpirsên vê partiyê û cîhgirê serokê koma meclîsê û parlementerê Mersînê, Mehmet Şandir, ji Rûdawê re daxuyand ku ew ne li dijî wê ne ku dewlet bi Mesûd Barzanî re hevdîtînê çedike. Şandir got, “Tiṣta ku me aciz dike ew e ku ji wê herêma ku Barzanî desthilatdar e, li dijî Tikiyeyê ev 25 sal in êrîṣên ҫekdarî tên kirin. Gazinc û hêviya me ji Barzanî ew e ku pêṣî li wan êrîṣan bigire.”

Şandir Kurd û Tirkan wek bira û ji heman nijadê dibîne û dibêje diviyabû Komara Tirkiyeyê ji roja pêşî ve Kurd û Tirkan wek bira diyar bikira û got, “divê Kurd û Tirk ji bo rêvebiriya hevbeş a bakurê Îraqê dilsoz bin.” Bi baweriya Şandir li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tine ye û tenê pirsgirêka Kurdçîtiyê heye û got, “Bi çekan dawî li terorê nayê, divê em çavkaniya wê bigirin û paşê rûnin hevdu himbêz bikin.” Şandir herwiha got ku Alparslan Turkeş û Devlet Bahçeli bûne asteng ku alîgirên wan li dijî Kurdan bên bikaranîn.

“Divê siyaseta dewletan ya derve li gor hikûmetan neyê guhertin, weke siyaseta dewletê bimîne”

Rûdaw: Birêz Şandir, em dixwazim ji polîtîkaya AKPê ya derve dest pê bikim. Bi idiaya ‘sifir pirsgirêk’ dest bi kar kirin lê niha ligel Îranê, Îraqê û Sûriyê gellek pirsgirêk hene. Hûn vê siyasetê çawa dibînin?
Mehmet Şandir: Divê siyaseta dewletan ya derve li gor hikûmetan neyê guhertin, weke siyaseta dewletê bimîne. Ango nabe li gor AKPê, ya jî li gor MHPê siyaseta derve bê guhertin. Ev 10 sal in ku AKP dewleta me birêve dibe, bi taybetî jî piṣtî ku Ahmet Davutoglu bûye wezîrê derve, hewl dide xwe ku siyaset û konseptek nû bide siyaseta Tirkiyeyê ya derve. Mirov nikare bêje ku vî karî bi serkeftî dimeṣînin, ji ber ku di encama vê siyasetê de em bi hemû cîranên xwe re bûne dijmin. Mînak hinek doz û xetên sor ên dewletan hene, mesela xetên sor yên Tirkiyeyê derbarê Îraqe de hene.

Çi ne ev xetên sor?
Mehmet Şandir: Parastina yekbûna dewlet û siyaseta Îraqê, xeta me ya sor a herî girîng e. Divê wek aliyên esas Ereb, Tirkmen û Kurd li ser bingeha makezagona Îraqê wekhev bên naskirin û rêvebiriyê parve bikin. Xaleke me ya sor ya din jî parvekirina wekhev ya dewlemendiyên Îraqê yên binerd e.

Gelo AKP ji vê siyaseta Tirkiyeyê dûr ketiye?
Mehmet Şandir: Berê Tirkiyeyê siyaseta xwe ya derve li Enqerê û bi rêbazeke navendî dimeşand. Ji dema Ataturk ve xalên me yen siyaseta derve diyarkirî ne. Ango aṣtiya li hundir û li derve. Ji dema damezirandina komarê ve ti carî Tirkiye di herêma xwe de nebûye aliyekî ṣer û pevçûnan. Eger hûn rabin van xalan biguherînin û pirsgirêkên bêçare yên dema Osmaniyan dîsa bînin holê, weke bi helwestên Osmaniyên nû, û hewl bidin ku herêmê kontrol bikin… ev siyaseteke şaṣ e. Milletê tirk ev hezar sal in ku li vê herêmê bi cîranên xwe re, bi Kurdan, Farisan, Ereban, Durziyan û Êzîdiyan re dijî. Di siyaseta Osmaniyan de zext li ser kultur, bawerî û hebûna miletên din nedihat kirin. Asîmîlasyon jî nedihat kirin. Dikarî vê siyaseta asîmîlasyonê bikira, lê nekir.

“Em baṣ dizanin ku serokwezîr Erdogan bi çi gotinan behsa Barzanî dikir, lê niha weke serokê dewletê pêṣwaziya wî dikin”

Di dema AKPê de çi tişt hatin guhertin?
Mehmet Şandir: Cudatiya duh û îro ev e:  Berê siyaseteke me ya netewî û navendî ya Enqerê hebû. Piştî ku Davutoglu bû wezîrê derve, siyaseta Tirkiyeyê ya derve bû emperyal. Li vê herêmê, di vê demê de ,siyaseta emperyal ne rast e. Ji siyaseta sifir pirsgirêk em hatin siyaseta bi herkesî re pirsgirêk. Dostaniyeke me ya heta hetayê nema di vê herêmê de. Îro ligel Mesûd Barzanî tekiliyên baş dimeşînin, dibe ku sibê bê guhertin. Em baṣ dizanin ku serokwezîr Erdogan bi çi gotinan behsa Barzanî dikir, lê niha weke serokê dewletê pêṣwaziya wî dikin.

Têkiliya ku bi birêz Barzanî re tê mesandin, gelo MHPê aciz dike?
Mehmet Şandir: Tişta ku em jê aciz dibin ew e ku 30 sal in ji wê herêma ku Barzanî kontrol dike, êrîṣ li dijî Tirkiyeyê tên kirin. Hêvî û gazincên me ji Barzanî ew in ku wan êrîşan bisekinîne. Em di vê mijarê de ti behaneyeke birêz Barzanî qebûl nakin.

“Kurd û Tirk ji heman nîjadê ne, ango Tûranî ne”

Ew jî dibêjin Qendîl herêmek fireh e, çiyayî û asê ye û em nikarin kontrol bikin.
Mehmet Şandir
: Eger niyet hebe dikarin bi Tirkiyeyê re terorê paqij bikin. Dostaniya gelên herêmê pêwîst e; eger gelên herêmê nebin dost, wê kes di vî serî de bisernekeve, em ê hertim winda bikin û biyanî qezenc bikin. Lewma ez wek berpirsekî MHPê dibêjim ku berpirsiyariyeke Barzanî heye ku pêṣî li êrîṣên PKKê bigire. Eger bêje hêza min têr nake, bila alîkarî ji Tirkiyeyê bixwaze. Em wek MHP, hemû mirovên ku dibêjin em Kurd in, wek birayên xwe dibînin. Em ne kesûkar in, em bira ne û ji heman nîjadê ne, ango em Tûranî ne. Kurdên Îraqê jî birayên me ne, divê komara me ji serî de ev yek bigota. Diviyabû me çawa mafê Tirkmenên Kerkûkê diparast, me gerek mafê Kurdên Hewlêr û Silêmaniyê jî biparasta.
PKKê 25 salan xwîn rijand lê dîsa jî Tirkekî êrîṣê cîranê xwe yê Kurd nekir. Serokê me yê berê Alparslan Turkeş û yê niha Devlet Bahçeli pêṣî li ber ṣerê navxweyî girtin û nehîṣtin netewperestên me li dijî Kurdan bên bikaranîn.

 “Divê em mirovên ku li vî welatî dijîn bikin bira, daku hevdu hembêz bikin”

Li gor we çareseriya vê pirsgirêkê çawa ye?
Mehmet Şandir: Li gor MHPê, ji bo çareseriya pirsgirêkê, bi hevkariyê divê em terora cudaxwaz bidawî bînin. Wisa bibe ku teror hêza xwe winda bike û nikaribe çek bikarbîne. Paşê divê em ligel hev rûnin û di dawiya 25 salên xwînrêj de, ji bo karibin hestên dijminatiyê ji holê rakin, dîsa bi hevkarî dest û dilê xwe bidin hevdu. MHP dema ku bibe desthilatdar, di demeke kurt de wê wiha bike. Ew qaçaxçiyê li ser sînore Colemêrg û Qilabanê jî kurê me ye û leşkerê ku tê kuştin jî kurê me ye. Divê em mirovên ku li vî welatî dijîn bikin bira, daku hevdu hembêz bikin.

“Li gor me pirsgirêka Kurd tine ye, pirsgirêka Kurdçîtiyê heye”

Li gor we pirsgirêka Kurd tine ye?
Mehmet Şandir: Na, li gor me pirsgirêka Kurd tine ye, pirsgirêka Kurdçîtiyê heye. Pirsgirêka wan aliyan heye ku hewl didin Kurdan ji Tirkan veqetînin û dewletek cuda damezirînin. Ev pirsgirêk ne ya Kurdan e, ya Îngilizan e û ya hêzen global e. Di vê herêmê de ji bo damezrandina Îsraîlek duyemîn mixabin Kurd tên bikaranîn. Mînak komara tirk ya ku nû hatibû damezirandin bi serhildana Şêx Seîd re mijûl kirin û Mûsil ji destê me standin. Lê eger Mûsil di destê me de mabûya, Kerkûk, Hewlêr û Silêmanî girêdayî Tirkiyeyê bûna, emê Tirk û Kurd bihevre wek xwediye petrolê bibûna dewletek mezin a bihêz. Wê rewş û jiyana me jî pirr baṣ bûya. Pirsgirêka PKKê li vê herêmê pirsgirêka her kesî ye. Divê em terorê biqedînin û paṣê jî rûnin biaxivin.

Hûnê çawa çareser bikin?
Mehmet Şandir: Bi axaftinê emê çareser bikin, terorê jî emê bi axaftinê biqedînin. Bi çekan teror naqede, divê hûn çavkaniya wê bigirin û bitefînin. Dema me got emê terora cudaxwaz bi dawî bînin, em bi dawî tînin.

“PKKyî jî dimirin, ew jî zarokên vî welatî ne”

Hûn li meclisê li kêleka BDPyiyan rûdinên. Di navbera we de qet pirsgirêk derdikevin?
Mehmet Şandir: Na pirsgirêk di navbera me de tine ye, lê carinan hin gotinên şaş dikin. Perçebûna vî welatî bi kêrî ti kesî nayê. Dibe ku rayedarên dewletê kemasî kiribin, lê tenê ji Kurdan re na, ji her kesî re kirine. Eger em demokrasiyê pêkbînin, wê rê li pêşiya hemû kêmasiyan bê girtin. Lewma divê beriya her tiştî teror ji holê rabe. Pirr zarokên me şehîd dikevin, dilê me dişewite, PKKyî jî dimirin, ew jî zarokên vî welatî ne. Li hinek deran tê gotin ku eger MHP bibe desthilatdar wê Kurd nehêle. Ev tiştekî şaş e, ma em dîn in? Ez dubare dikim, Kurd birayên me ne. Di nava her malbatê de pevçûn çêdibe, em êdî dawî li ṣer bînin.

Tê gotin ku wê Îraq bibe sê perçe û Kurdistan ava bibe. Ligel avabûna Kurdistanê helwesta we çawa ye?
Mehmet Şandir: Ez di wê baweriyê de me ku şaşitiyek wisa nayê kirin. Kes nizane ka sert û rewṣ çi tînin, çi dibin, lê bê piṣtgiriya Tirkiyeyê li bakure Îraqê berdewamiya dewletek kurdî ne mimkin e. Wê li destên xelkê mêze bikin, heyf e. Di ṣûna bindestiya Amerîkayê de bi Tirkan re û bi Ereban re bijîn baştir e.

“Divê Kurd û Tirkmenên bakurê Îraqê helwesta xwe ya revebiriya hevbeş bi dilsozî nîṣan bidin”

Hûn derbarê egera perçebûna Îraqê û li bakurê wir federasyona Kurdan û Tirkmenan bi Tirkiyeyê re dikarin çi bêjin?
Mehmet Şandir: Desthilatdarî û rêveberiyên Sunniyan nabin mayînde û aştiyê jî pêknayînin. Divê Kurd û Tirkmenên bakurê Îraqê helwesta xwe ya revebiriya hevbeş bi dilsozî nîṣan bidin. Ez nabejim ev kar bila bi garantoriya Tirkiyeyê be, lê hevkariya Kurd û Tirkmenan li wê navçeyê bo berjewendiyên Tirkiyeyê jî baṣ e. Ji serdema Saddam ve ez dişopînim ku desthilatdar bi dostanî nêzî Tirkmenan nabin; Kurd jî wisa nêzîk dibin, Barzanî û Talabanî jî. Lê ez bawer dikim ku li bakurê Îraqê wê di bin serokatiya birêz Barzanî û birêz Talabanî de wê tiştên rast bên kirin.

“Axaftin û fêrbûna zimanê zikmakî mafekî mirovahiyê ye, lê bi zimanê zikmakî perwerde tiştekî şaş e, em daxwazeke wisa rast nabînin”

Kurd dixwazin di nava yekîtiya Tirkiyeyê de mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bidestbînin, gelo nêzîkatiya we çawa ye?
Mehmet Şandir: Miletî tirk ne tiṣtek etnîkî û nijadî ye, ji wan civakan pêk tê ku bi hemû cudahiyên xwe ji duh heta îro bihev re jiyane. Yekîtiyeke sosyolojîk e û kulturî ye. Di nava miletê tirk de Kurd jî hene, Gurcî jî hene, Çerkez jî hene. Piştî hemû cudahiyên xwe, eger em nasnameya tirkî bipejirînin, ti pirsgirêk dernakeve. Zimanê fermî yê dewletê tirkî ye, ji bilî wî her kes wê fêrî zimanê xwe bibe û bide fêrkirin. Axaftin û fêrbûna zimanê zikmakî mafekî mirovahiyê ye, lê bi zimanê zikmakî perwerde tiştekî şaş e, em daxwazeke wisa rast nabînin.
Çima hûn daxwazeke rast nabînin ?
Mehmet Şandir: Wateya wê ev e, dema hûn wiha bêjin, ango hûn dixwazin miletekî biafirînin û paşê dewletekê ava bikin û xelkê li dora wî zimanî bicivînin. Ev jî dibe cudaxwazî.
Hûn perwerdeya bi kurdî li Tirkiyeyê qebûl nakin, lê ji bo Tirkên Bulgaristanê wî tiştî dixwazin, gelo ev jî rast e?
Mehmet Şandir: Binêrin, Tirkên Bulgaristanê ji nijada me ne, lê ne di nava miletê me de ne. Dibe ku em û Kurdan ne ji heman nijadê bin, lê em heman milet in. Divê em van herduyan tevlîhev nekin. Dema di sala 2001-2002yê de em desthilatdar bûn, me mafê axaftin û bikaranîna zimanê herêmê pejirand.

Têbinî: Piştî hevdîtina Şandir di rojnameya Rûdaw Çapa Ewrûde belav bû, Mehmet Şandir di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku gotinên weke, ‘Barzanî bira û dostê me ye’ hatine berevajîkirin û got: “Helwesta MHPê ya li hemberî PKK û Barzanî diyare û nehatiye guhertin.“

Li gor Milliyetê, Şandir derbarê hevpeyvîna wî ya ligel Rûdawê daxuyaniyeke nivîskî daye û wiha dibêje: “Gotinê di rojnameyê de yên wekî, Barzanî dost û birayê me ye, ne yên min in. Min ti carî ev gotin ne gotine. Nêzîkatiyekî bi vî awayî nabe. Gotinên min hatine berevajîkirin û raya giştî hatiye xapandin. Di vî warî de pêwîstiya MHPê bi vebûnan nake. Herwiha gotinên rojnameyê yên wateyên berevajî ku bibe sedemê wateyên cûda bên belavkirin, rastî û şaşitiyên wê girêdayî min in û qet ne ne girêdayî MHPê ne.” Rûdaw – Hevpeyvîn Kemal Avci

Advertisements