Gallery

Haşimî:Pêwîste sîstema siyasî ya Iraqê bê guhartin

Nûçexane – Cîgirê serokomarê ragihand ku, pêwîstiya sîstema Êraqê bi guhartineke din heye, daku ji aloziya niha rizgar bibe, û welatiyên Êraqî bi xwe hukmê xwe bikin.

Cîgirê serokomar Tariq Haşimî duhî di civîneke rojnamevaniye de li bajarê Stenbolê
Ya Tirkiye ragihand ku, pêwîste sîstema siyasî ya niha li Êraqê bê guhartin, û li ser bingehê parpariya tayîfî û netewî be.

Haşimî di wê baweriyê de ye ku, heya şêwazê hukmraniyê li Êraqê neyê guhartin, çaksazî nayê kirin û ew prose dê şikestinê bîne, lewra divê ku di çaksaziya siyasî de ya Êraqî de divê gel bi xwe hukmê xwe bikin.

Cîgirê serokkomar behsa wê yekê jî kir, piştî herifîna rêjîma Be`es ya berê, rêjeya bêkariyê li wî welatî ji %17 bo %30 bilind bûye.

Haşimî haydarî da ku, eger çaksazî û guhartin di sîstema siyasî de neyê kirin, rewşa Êraqê dê xerabtir bibe û tu pêşketin dê neyên encamdan.

Tariq Haşimî ku bi karê terorîstiyê tometbare, Êraq bi cî hêlaye û niha li Tirkiye dijî, û heya niha 3 rûniştinên dadgehkirina wî bi bê amadebûna wî li Bexdadê birêve çûne. Xendan.org

Advertisements