Gallery

Husnî Mubarek bi avêtina zîndanê ya heta mirinê hat siza dan

Nûçexane – Dadgeha Misirê biryara zîndana heta mirinê li dijî serokê berî yê welatî Husnî Mubarek û wezîrê navxweyê serdema wî derkir.

Mubarek û Hebîb el Adilî tawanbar bûn bi gendelîyê û desthebûna di kuştina xwepêşanderan de. Ew li ber kuştina bi sedan xwenîşanderan di nav serhildana sala 2011 ê de hatin siza dan.

Hejî gotinê ye ku şeş efserên polîsî yên di nav vê doze de hatibûn tawanbar kirin ji layê dadigehê ve bêguneh hatin nasandin.

Hezaran xwepêşander roja Şemê li Qahire û Eskenderîye kom bûn ku nerazîbûna xwe li dijber vê biryara dadigehê diyar biken ku goya ne bi dilê wan bûye.

Dadigehê Mubarek û korên wî, Cemal û Alaa li hember tawanên gendelîyê bê guneh ragehand.

Dozgeran daxwaza sizayê mirinê bo Mubarek kiribûn. Ku tinê rêberên ladayî ye di nav serhildanên Buhara Ereb de tê dadigehî kirin. VOA Kurdî

Advertisements