Gallery

Japan amade ye alîkariya herêmê bike

Nûçexane – Şandeke Balyozxaneya Japanê li Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji bo hevkarîkirina herêmê di warên bazirganî, pizîşkî, avakirin û çandiniyê de nîşan da.

Şanda han, duhî digel Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Herêma kurdistanê Felah Mistefa civiya.

Di civînê de, rewşa niha ya herêmê û pêşvebirina têkiliyên navbera her du aliyan di warê aborî, bazirganî, tiwanasazî û kultûrî de hate gotûbêjkirin.

Şanda Japanê amaje kir ku welatê wan dixwaze têkiliyên xwe digel Herêma Kurdistanê pêşve bibe, malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha veguhast. AKnews

Advertisements