Gallery

Li Stenbolê Çeteya Polîsan ya madeyên hişbir derxistin holê

Nûçexane – Li Stenbolê di operasyonekî li dijî firoşerên madeyên bêhişker de, çeteyekî 7 kesî ya polîsan ku çav li firotina madeyên bêhişker digirin derxistin holê.

Li Beyoglûyê yekîneyên polîsan yên Şaxa Miduriyeta Narkotîkê ya Stenbolê li dijî komek ya bi navê ‘torbevan’ ya madeyên bêhişker difiroşin operasyon pêkanî, di operasyonê de 7 polîsên li Miduriyeta Polîsan ya Navçeya Beyogluyê erkdarin binçavkirin. Hat diyarkirin ku, polîsên mijara gotinê, ‘torbavanên’ ku madeyên bêhişker difiroşin girtin, piştî ruşwet jê standine û berdane. Di lêgerînên li dolabên wan yên li emniyet û malên wan de 26 gram esrar, kokaîn, bonsai û extacy hate dîtin.

2 ji wan polîsên hatine binçavkirin, bi sûcdarkirina erkê xwe xirap bikaraniye, ruşwet wergirtine, madeyê bêhişker bikaranîn’ hatin girtin, 5 polîs jî serbest hatin berdan. Di îfadeyên polîsan de hate ragihandin ku, ‘Dema ku ji torbevan ruşwet distandin me dê li ser sûc girtiban’. Kurdî: ANF

Advertisements