Gallery

Artêşa Tirk rênade gundîyên Roboskîyê çalakîyê li cihê komkujîyê pêk bînin

Nûçexane – Gundiyên Roboskê ku ev 6 mehin li bende edeletê ne ji bo çalakiyê li sînor pêk bînin amadekariyan dikin. Lê TSK bi firokeyên wê Komkujîya Roboskîyê pêk hatibû dibêje ;’Ji Enqereyê talîmat heye, çalakî wê çenebe’ û zextan li ser gel pêk tîne.

Nêzî 6 mehan di komkujiya Roboskê de derbas bû. serokwezîrê Tirk Erdgoan ku ji serî de li pişt komkujiyê ye daxuyaniyek ‘Kurtaj cînayete. Her kurtajek Roboskê ye’ dabû. Bi van gotinan Roboskê dîsa hatibû rojevê. Rêxistinên jinan jî ji Erdogan bersiva ‘Kurtaj mafe, Qilaban komkujiye’ dabû. Her wiha gelê Roboskê jî ji bo ‘edeletê’ xwe amade dike ku li sînor çalakiyeke protestoyî pêk bîne. Çalakiya ku dê li cihê komkujiyê pêk were de, dê ji bo Erdogan û wezîrê Karê Hundir Îdrîs Naîm Şahîn bibe bersiv.

ÇALAKÎ PAŞVE HATIBÛ XISTIN

Gelê Roboskê diyar kiribû ku ji berk u ciwanekî gundê wan di kana kevirann de jiyana xwe ji dest da bû çalakiya xwe paşve xistibûn û dê di rojê pêş de pêk bînin.

Gundiyan da zanîn ku ligel ku di ser komkujiyê de 6 meh derbas bûye jî hikûmet hê jî li pişt komkujiyê disekine û hêj tu kes jî dernexistine pêşberî darazê. Mexdurên komkujiyê tenê tiştekî dixwazin û dibêjin; Heta berpirsan dernexînin holê û nedarizînin j ime re rehet tune’

Gundiyan wiha got: “Me çalakiya xwe ya vedana kon a li sînor ji ber şînê paşve xist. Lê em ji biryra xwe nebûne. Di rojên pêş de emê çalakiya xwe lidarbixin. Li cihê komkujiyê emê kon vedin. Ev çalakî dê bersiva me ya ji bo serokwezîr û wezîrê karê hundir be.”

LEŞKER ZEXTAN LI GUNDIYAN DIKIN

Ji ber çalakiyê gundiyên Roboskê di bin zextan de ne. Hate hînbûn ku yekineyên leşkerî yên herêmî ji gundiyan re gotiye; ji Enqereyê emir heye. Çalakî teqez nayê çêkirin.” ANF Kurdî

Advertisements