Gallery

Êdî Qedexe ye Ala Kurdistan Deynin Ser Pleqeyên Otomobîlan

Nûçexane – Pêngava danîna ala Kurdistanê ya li ser otomobîlan ku ev çend roje li Dihokê dest pê kiriye, ji aliyê polîsan ve hat rawestandin.

Ev pêngav ji aliyê Grûba Ala Kurdistanê ve tê rêvebirin. Ev pêngav jî piştî serî hildana aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê tê.

Berpirsê Grûpa Ala Kurdistanê Belewan Şêx Memî tevî bal kişandina ser aloziyên vê dawiyê yên navbera Hewlêr û Bexdayê, ji Rûdawê re got: “Me ji bo nîşandana nerazîbûna li hemberî Bexda û daxwaza serxwebûna kurdan, li ser navê Iraqê yê li ser tabloya otomobîlan pêngavek da dest pê kirin. Di nava çend rojan de zêdetirî 400 otomobîlan ala Kurdistanê li ser otomobîlên xwe danîn.”

Belewan Şêx Memî got: “Polîsên trafîkê yên Dihokê rê nedan ku em berdewam bin û ew pêngav rawestandin.”

Xelkê Dihokê pêşwaziyekî germ li vî karê Grûba Ala Kurdistanê kir. Rexne li berpirsên rêveberiyê û siyasiyê girtin ku li cihê piştgirîkirinê, astengî ji bo vê pêngava nîştîmanî dirûst kirine. Di vê derbarê de welatiyek dibêje: “Danîna nav yan jî ala Kurdistanê ya li ser tabloyan, erkê rêveberiya trafîkê ye ne yê welatiyan.”

Di rojên birêveçûna pêngava danîna ala Kurdistanê ya li ser tabloya otomobîlan, polîsên trafîkê yên Dihokê gelek ji wan otomobîlên ku ala Kurdistanê li ser navê Iraqê danîne ceza kir. Ev jî bû cihê dilgiranî û nerazîbûna welatiyan.

Berpirsê polîsên trafîkê yên parêzgeha Dihokê Azad Teha di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Li gor yasaya trafîkê ya Herêma Kurdistanê ya hêjmara 84 a sala 2004an, bi awayî destkarîkirina tabloya otomobîlan ne yasayiye.” Teha wiha got: “Karê grûba Ala Kurdistanê yê fikrê xwe yê neteweyî li ser tabloya otomobîlan datînin, wekî binpêkirina yasayan tê bi nav kirin. Polîsên trafîkê erkê xwe anîne cih û çi şofêrê wî karî bike, wê bê cezakirin.”

Berpirsê ragihandina polîsên trafîkê yê Dihokê danîna ala Kurdistanê ya li ser tabloya otomobîlan bi karekî ne rewa bi nav kir û got: “Ala her neteweyekê cih û giraniya xwe heye û nabe bi vî awayî li her cihî bê bilindkirin.” Azad Teha wiha dawî li axaftinên xwe anî û got: “Ger neteweyek bixwaze serxwebûna xwe bi dest bêne, bi vî awayê ne yasayî nake.” Rûdaw

Advertisements