Gallery

Gotûbêjên Zelalkirina Helwesta Rûsya ji bo Sûrîyê dest pê dikin

Nûçexane – Serokê Rûsî Vladimir Putin bi rêberên Yekîtîya Ewropî re kom bû jibo encamdana gotûbêjan derbarê hejmareka pirsan, di nav de rêbaza Rûsyayê hemberî pirsgirêka Sûrîyê.

Putin şeva Yekşemê li St. Petersburg pêşwazî li berpirsên Yekîtîya Ewropî Herman Van Rompuy û Jose Manuel Barosso û berpirsa rêbaza derve ya Y.E. Catherine Ashton kir.

Civînên fermî yên navbera rêberên Y.E. û Rûsyayê roja Duşemê destpê dikin.

Yekîtîya Ewropî û Amerîka dixwazin ku Rûsya Serokê Sûrî Beşar El Esed şermezar bike jibo tundûtûjîyên berdewam li Sûrîyê.

Yek ji karbidestên Y.E. dibêje ku Rûsya roleka alîkar nabîne jibo vedîtina çareserîyeke sîyasî jibo pirsgirêka Sûrîyê. VOA Kurdî

Advertisements