Gallery

Heyeta Norwêç: Me xwest em jenosîda kurdan bi çavê xwe bibînin

Nûçexane – Felah Misteha berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li cîgirê serokê parlamentoya Norvejê û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinekê de bi amadebûna Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve û Şîlan Ebdulcebar endama parlamentoya Kurdistanê amade bûn, her du aliyan tekîd li ser hevkarî, hevahengî û bihêzkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û welatê Norvejê kir.

Cîgirê serokê parlamentoya Norvejê behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdidstanê kir û got:

– Em hatîne Kurdistanê daku, ji nêzîk ve haydarî pêşkeftin û rewşa herêma Kurdistanê bîn.
– Ew tawanên dijî gelê kurd hatîne kirin, nuha li Ewropa weke jênosîda behsa wan tawanan tê kirin. Em dixwazin ji nêzîk û ji devê şahidên ew tawan bi cavên xwe dîtine rastiya wan karesatên hovane yên dijî gelê Kurdistanê hatîne kirin, bizanîn.

Cîgirê serokê parlamentoya Norvejê behsa rewşa revenda kurdî li Norvejî kir û got ku, nêzîkê 15 000 kurd li Norvejê hene û weke beşeke aktîv di civaka novejî de li wan tê temaşekirin.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya gel û hikûmeta norvejî kir ku giringiyê bi tawanan derheq kurdan hatîne kirin, didin û bi kurtî ji şandeya mêvan re behsa jênosîda gelê kurd kir û got:
– Em naxwazin di rabirdu de bijîn, lê em naxwazin ew tawanên mezin jî bên jibîr kirin. Em dixwazin ew tawanên derheq gelê Kurdistanê hatîne kirin li ser astê cîhanê weke jênosîda bên naskirin daku, careke din ew tawan û karesat bi serê gelê kurd û bi ser tu miletên din li cîhanê dubare nebin.

Mistefa di berdewamiya axavtina xwe de behsa rewşa siyasiya herêma Kurdistanê kir û got ku herêma Kurdistanê dixebite ku di çarçoveyê destûra bingehîn a Îraqê de sîstemeke demokratîk û federal li Îraqê bicih bibe û li ser esasê şirîkatiya niştimanî hemû pêkhatên Îraqê beşdariyê di hukim û îdarekirina welêt de bikin û samanên xwezayî yên welêt jî bi awayekî adil bo berjewendiyên gelên Îraqê bên bikaranîn.

Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa berfirehkirina bazineyê têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên cîhanê û bi tyabetî digel Ewropayê kir. Mistefa behsa giringiya têkeliyên bihêz di navbera parlamentoya Kurdistanê û parlamentoya Norvejê kir û daxwaz ji hikûmeta Norvejê kir ku nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke û bi rêya kompaniyan beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bike. Jêder: KRG

Advertisements