Gallery

Markayeke Kurd: Azadî Energy Drink

Nûçexane – Xortê kurd Azad Mehmet Can li Almanyayê vexwarineke bi navê Azadi Energy berhem anî û niha dixwaze ev vexwarin pêşî di nava Kurdan de bê naskirin û paşê li seranserê Almanyayê belav bike. Can derbarê hewldanên xwe ji Rûdawê re ragihand ku armanca wî ne qezenckirina pere ye, “ez dixwazim ku berhemeke kurdî hebe, bi navekî kurdîˮ.

Sala borî li bajarê Almanyayê Oldenburgê Kurdekî bi navê Azad Mehmet Can (27) û hevalekî wî yê Almanê ji Awisturyayê li ser çêkirina vexwarineke enerjiyê mijûl dibin û hevalê wî yê alman dest bi çêkirina vê vexwarinê dike. Li gor gotinên Azad, hevalê wî yê alman piştî heftiyekê vexwarinek amade kiriye lê gotiye, “Mixabin wek kopiya Redbullê ye û eger em wiha derxînin bazarê, wê şîrketa Redbull li dijî me dozê veke.ˮ

Ji bo nekevin nav pirsgirêkên bi Redbull re, Azad û hevalê xwe li rêyek din geriyan: “Piştî vê agahiyê, me rêjeya şîr di nava vexwarina xwe de zêde kir, heta ji sedî 51. Bi vî rengî vexwarina me dikeve nava berhemên kategoriya şîr. Ji bilî şîr, koffeîn, şekir, çendîn mîneral û vîtamîn jî tê de hene.ˮ

Mehê 3 hezar tên firotin

Di nîvê sala 2011ê de vexwarina Can û hevalê wî yê alman amade ye û li bajarê Oldenburgê serî li patentê didin. Di demeke kurt de di bin navê Azadi Energy de patentê werdigrin û dest bi berhemanîna wê dikin. Azadi Energy niha tenê li bajarê Oldenburgê li çendîn dikan û diskotekan tê firotin û wek ku Azad dibeje, “niha mehana 2 palet zêdetir, ango 3 hezar qutî, tên firotin, lê em hewl didin bi reklaman û rêyên din berhema xwe pêşî di nava Kurdan de, paşê li seranserê Almanyayê belav bikin.“ Can destnîşan kir ku berhema wan li gor norm û standardên berhemanîna Ewropayê hatiye çêkirin û got, “Heta niha kê vexwaribe, jê kêfxweş bûye.ˮ

“Bila markeyek kurdî hebeˮ

Wek ku Azad diyar kir, tenê dema ku Azadi Energy li Oldenburgê ket bazarê, di rojnameyeke herêmî de derbarê Azadi Energy de nûçeyek derketiye û got, “Rûdaw wê bibe yekem rojname ku berhema me dide nasîn.ˮ Bihayê qûtiyek Azadi Energy bi 1,5 Euro tê firotin û xwediyê navê wê Azad Mehmet Can got ku armanca wî ne tenê qezenckirina pere ye, “Ez dixwazim bi navê kurdî jî markeyek vexwarinê hebe.ˮ

Azad Mehmet Can ji Nisêbînê ye û di zarokatiya xwe de ligel malbata xwe hatiye Almanyayê û li vir lîse qedandiye û paşê jî dibistanek bi bazirganiyê taybet xilas kiriye. Ew niha xwediyê kioskekî ye û Azadi Energy li wir difiroşe. Herwiha dema ku çalakî û şahiyên Kurdan çêdibin, Azad û hevkaren xwe Azadi Energy difroşin û bi Kurdan didin nasîn. Azad bi hêvî ye ku Azadi Energy bala dikandarên kurd bikşîne û bi wî re bikevin pêwendiyê, daku Azadi Energy li seranserê Ewropayê bê belavkirin. Rûdaw / Almanya

Advertisements